Şêx Cafer pesna rola têkoşîna dijî terorê di şerê dijî terorîstan da dike
Kurdistan 07:30 PM - 2025-04-22
PUKMEDIA
Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya Rêveberê Giştî yê Hêzên Dijî Terorê
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya Rêveberê Giştî yê Hêzên Dijî Terorê Wehab Helebceyî û hejmarek ji fermandarên wê rêveberiyê kir.
Di civînekê de ku îro 22/4 birêve çû, serokê encumenê pesna rola hêzên dije terorê di şerê dijî terorîstan û girûpên terorîstî de, bi taybetî gurûpa terorîstî ya DAIŞê, çi di şerê di salên 2014-2017an de û çi jî di kampanyayan de kir.
Li Germiyanê û valahiya emnî ya di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de, bi hemahengiya hevpeymanan berdewam in li ser têkbirina pîlanên terorîstan û dabînkirina ewlehî û aramiyê bo rûniştvanên van navçeyan.
Di bersivê de, Rêveberê Giştî yê Hêzên Dije Terorê tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya di navbera hêzên dije terorê û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê û saziyên ewlehiyê yên Iraqê kir û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku hemahengî pêwîst e.
Ji bo rêgirtina li rêkxistina terorîstan û parastina aramiyê li tevahiya herêmê, bi taybetî li navçeyên di navbera herêmê û navçeyên nakok de ku valahiyên ewlehiyê lê hene.
Buroya Şehîdan bi merasîmekê rêz girt li Şêx Cefer Şêx Mistefa. Bilêsa Cebar Ferman berpirsê Buroya Şehîdan serdana Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ê YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa kirin û xelateke fexrî pêşkêşî wî kirin.Da zanîn ku ew hertim alîkar û piştgirê nifşê şehîdan bûye û xema malbatên şehîdan bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

