Mekteba Siyasî: Cihê azadiya rojnamegeran berfireh bikin
Kurdistan 08:04 PM - 2025-04-21
PUKMEDIA
Logoya YNKê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbayî pêşkêşî rojnamevanên Kurdistanê kir û got:"Em piştgiriya xwe ji bo rojnamevanên rast, ku xwe dispêrin çavkaniyên nûçeyan dubare dikin, da ku li seranserê Kurdistanê qada azadiya siyasî û rojnamevaniyê bê asteng û dozên çêkirî be."
Nivîsa peyamê
Bi helkefta 127 saliya rojnamegeriya Kurdî, em bi germî pîrozbahiyê li rojnamevanên Kurd û medyaya Kurdistanê dikin ku ji bo pêşxistina vî warî hewl dane.
Her çend karê rojnamegeriya kurdî gelek salên dijwar di bin siya dagirkeran de dîtibe jî, lê piştî serhildana sala 1991’an, mirov dikare bibêje ku rojnamegeriya kurdî bi rengekî berfirehbûna azadiyan dîtiye û bi bextewarî heya roja me ya îro jî didome.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji têkoşîna çiyayî ve girîngiyeke mezin daye dabînkirina azadiya rojnamevanî û rewşenbîran û dirûşma “nan û azadî” bi cih tîne.
Rojnamegerî û yekem rojname û dezgehên ragihandinê yên taybet û serbixwe li deverên di bin serweriya YNKê de derfet hatin dayîn û ji ber wê jî karê rojnamegeriya kurdî bê rawestan ber bi pêş ve diçe.
Bi vê minasebetê em careke din piştevaniya xwe ji bo rojnamevanên rastgo, ku xwe dispêrin çavkaniyên nûçeyan dubare dikin, da ku qada azadiyê ji bo wan li seranserê Kurdistanê û qada azadiya siyasî û rojnamevaniyê bê asteng û dozên çêkirî be.
Miletê me hêjayî azadîyê ye û demokrasî bingehên şanazîya me ne bi ezmûna me li seranserê cîhanê.
Careke din pîroz be
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

