Xizmên qurbaniyên Enfalê serdana gorên şehîdên xwe yên li Nûgrasalmanê dikin
Kurdistan 05:17 PM - 2025-04-21
Tayîbet
Xizmên qurbaniyên Enfalê serdana gorên hezkiriyên xwe yên li Nugra Salman dikin
Şandeke xizmên qurbaniyên Enfal û gorên komî serdana Saziya Şehîdan a Iraqê û goristana şehîdan a li Nûgresalman kirin.Daxwaz kirin ku cenazeyên xizmên wan bên vegerandin bo welatê wan û tezmînata wan bê dayîn.
Helgurd Hema Xerîb Seîd, yek ji endamên şandê û xwediyê sê şehîdan ku dayîk û du bira ne, ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Şanda ku ji Silêmanî, Çemçemal, Germiyan, Koye û herêmên ku di serdema rejîma Baas de rastî tawanên herî mezin hatin, di 19’ê Nîsana 2025’an de ji bo serdana cenazeyên şehîdên me çûn Nûgrasalmanê.”
Halgurd Hama Xerîb wiha got: "Di serdana me ya Nûgrasalmanê de, ku cenazeyên şehîdên me lê ne, Saziya Şehîdan a Iraqê ewlekariya şanda me parast. Li wir me çîroka trajîk a xizmên xwe dît, wan pêşwazî li me kirin."
Wî diyar kir:“Mele Kerîm Şukur cîgirê serokê fraksiyona YNKê li parlamentoya Iraqê ev serdan ji me re organîze kir û yek ji wan parlamenteran e ku bi cidî li ser dosyaya qurbaniyên Enfalê kar dike û parastina mafên me dike.’’
Di dawiyê de jî Halgurd Hema Xerîb daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal kir ku bi cidî kar bikin ji bo vegerandina termên qurbaniyên Enfalê û hemû şehîdan û herwiha qerebûkirina malbatên qurbaniyan û nehiştina dubarebûna vê tawanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

