Talebanî û Kostis Hatzidakis tekezî li ser karê hevbeş dikin
Kurdistan 09:14 PM - 2025-04-11
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Qubad Talabanî û Kostis Hatzidakis
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di çarçoveya Foruma Navneteweyî ya Delphi de bi Cîgirê Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostis Hatzidakis re hevdîtin kir.
Civîna roja înê (11/4/2025) bi amadebûna Dara Reşîd wezîrê pilandananê û Daban Şadala cîgirê berpirsê fermangeha têkeliyên derve hat encamdan û behsa çawaniya pêşxistina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Yunanistanê di warên bazirganî, pîşesazî, çandinî û geştiyariyê de hat kirin.
Wan xurtkirina peywendiyan girîng dîtin û ji bo vê mebestê tekezî li ser xebata hevbeş kirin.
Cîgirê serokwezîr got ku derfetên gelek baş ji bo geşepêdana aborî li Herêma Kurdistanê hene.Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe hewl dide jîngeheke guncaw ji bo pêşketinê dabîn bike.
Di vê çarçoveyê de daxwaz ji hikûmet û sermayedarên Yunanistanê kir ku di van derfetan de veberhênan bikin û amadeyiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo her cure hêsankarî ji bo sermayedarên Yunanistanê nîşan da.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li herêmê jî hatin gotûbêjkirin. Her di vê derbarê de, her du aliyan pêdawîstî dîtin ku civaka navdewletî hewlên xwe bo handana aliyên nakok ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê ji bo kêmkirina aloziyan û parastina aramiyê zêdetir bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

