Talebanî ji Wezîrê Tûrîzmê yê Yewnanîstanê re: Ji xwendekarên me re hêsan bikin
Kurdistan 06:36 PM - 2025-04-09
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî li gel wezîrê geştiyariyê yê Yewnanistanê civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Yewnanîstanê de li gel Olga Kefaloyanî Wezîra Tûrîzmê ya Yewnanîstanê civiya û behsa çawaniya bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Yunanistanê di warê geştyarî de hat kirin.
Di civînekê de ku roja Çarşemê (9/4/2025) li kêleka Konferansa Navdewletî ya Delphî bi amadebûna Dara Reşîd Wezîrê Plandanînê û Daban Şadala Cîgirê Serokê Ofîsê hat lidarxistin.
Her du alî kêfxweşiya xwe nîşan dan ku asta peywendiyên geştiyariyê di navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê di dema borî de pêşkeftineke baş dîtiye, bi taybetî piştî destpêkirina geştên asmanî yên rasterast, hejmara serdanên geştiyariyê di navbera her du welatan de zêde bûye.
Di hevdîtinê de Qubad Talebanî eşkere kir ku pêşxistina sektora geştiyariyê yek ji karên pêşîn ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û girîng zanî ku sûd ji ezmûna dewlemend û serkeftî ya Yunanistanê werbigire. Di vê çarçovê de daxwaz ji Yûnanistanê jî kir ku ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê yên ku dixwazin di warê geştiyariyê de li zanîngehên wî welatî bixwînin, hêsankariyê bike.
Di vê derbarê de wezîrê geştûguzariyê yê Yunanistanê amadehiya welatê xwe bo asankariya xwendekarên deverê diyar kir.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de, Qubad Talebanî, Olga vexwand bo bihêzkirina peywendiyên geştiyariyê di navbera her du welatan deWezîrê geştûguzarê yê Yewnanistanê ev vexwendin qebûl kir û ragihand ku di dema herî pêşîn de ewê serdana Herêma Kurdistanê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

