22 salvegera hilweşandina pûtê
Îraq 09:28 AM - 2025-04-09
PUKMEDIA
Peykerê Sedam Husên
Di 9ê Nîsana
2003an de, Bexdad ji aliyê hêzên hevpeymaniya bi serokatiya Amerîka hat
kontlorkirin, li meydana Fîrdos a paytexta Êraqê peykerê Sedam Husên hat hilweşand
û dawî li desthilatdariya 24 salan anî.
Kurd û hemû civak bi awayekî herî hovane hatin îşkencekirinRêjîma Baasê ya wêrankirî hemû civakên xwe bi awayekî hovane îşkence dikir,bi taybetî kurdên ku di 16-3-1988an de bajarê Helebçe kîmyabaran kirin û 5000 kurên wî bajarî şehîd kirin û Enfalê jî kiryareke din a hovane ya rêjîma Beis bû ku tê de 182 hezar welatiyên sivîl têde bûn.Kurdên bêguneh dihatin windakirin û niha li Êraqê gorên komî yên ku Kurd bi saxî hatine veşartin tên dîtin.
Sadam kî bû? Çawa ew hêz girt?Sedam Husên yek ji metirsîdartirîn dîktatorên sedsala 20'an tê hesibandin, di heman demê de li Îraqê hemû desthilatê wî hebû. Navê wî yê tevahî Sedam Husên Ebdulmecîd El-Tikrîtî bû.
Di sala 1937an de li gundê Oja yê Tikrîtê di malbateke şivan de hatiye dinê.Bavê Sedam şeş meh beriya zayîna wî wefat dike û birayê wî yê mezin jî di temenê xwe yê 13 salî de bi pençeşêrê de jiyana xwe ji dest dide.
Sedam Huseyn çaremîn serokomarê Êraqê, Sekreterê Giştî yê Partiya Beisê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Êraqê ji sala 1979 heta 9ê Avrêlê 2003 bû, di darbeya herî xurt a 17ê Tîrmeha 1968an de, ku Sadam bang li neteweperestiya ereb kiribû roleke sereke lîst. Di sala 1979’an de li şûna Ehmed Hesen Bekir cih girt, piştî ku dijberên xwe derxist, kete qesra serok komariyê û serokatiya Partiya Beisê wargirt.
Dîktatorî qediyaSadam Husên di 13ê çileya pêşîna (December) 2003ê de hat girtin û di 30ê çileya pêşîna (December) 2006ê de piştî dadgehkirina li Êraqê hat îdamkirin.Di 20ê adara 2003an de, Amerîka û hevalbendên wê yekem êrişên esmanî li Êraqê ji bo têkbirina rêjîma Beisê pêk anîn. Rejîma dîktator, di 9-4-2003 de, Bexda bi temamî ji aliyê hevpeymaniyê ve hat kontrolkirin û peykerê dîktator Sedam Husên li paytexta Iraqê hat hilweşandin, ku ji bo Êraqiyan wek xewnekê bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

