Ji destpêka îsal ve Tirkiyê 404 êrîş bo ser herêmê pêk anîne
Kurdistan 02:36 PM - 2025-04-03
PUKMEDIA
Êrşên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê
CPT ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku artêşa Tirk di sê mehên destpêkê
yên sala 2025’an de 404 êrîş û topbaran li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne û di
encamê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 4 kesên din jî birîndar
bûne û 5 şikeftên xwezayî jî hatine hilweşandin.
Di raporta tîma
CPT ya derbarê van êrîşan de di meha adara borî de hat gotin: Piştî ku Partiya
Karkerên Kurdistanê agirbesta yekalî ragihand, tenê di meha Adarê de artêşa
Tirkiyê 118 êrîş pêk anîne.
Li gorî vê
raporê, di yekemîn heftiya piştî ragihandina banga aştiyê ji aliyê Rêberê girtî
yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ve, li gorî du hefteyên
beriya ragihandina agirbestê, rêjeya bombebarana Tirkiyê %145 zêde bûye. Di
raporê de her wiha hat destnîşankirin ku êrîşên Tirkiyeyê yên di meha Adarê de
li gorî meha Çile ji sedî 12, li gorî meha Sibatê jî ji sedî 21 kêm bûne.
Di raporê de
hatiye ku artêşa Tirkiyê di meha Adarê de 55 êriş li ser sînorên parêzgeha
Hewlêrê, 51 êriş li ser sînorên parêzgeha Duhokê û 12 êriş jî li ser navçeyên
sînorî yên parêzgeha Silêmaniyê kirine.
Tîma CPT ya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di rapora xwe de eşkere kir ku êrîşên Tirkiyê yên
li ser sînorên îdarî yên parêzgeha Hewlêrê di meha Adarê de li gorî meha Sibatê
ji sedî 120 zêde bûne. Artêşa Tirk meha
borî bi TNT 5 şikeftên xwezayî teqandin.
Di raporê de
hatiye ku artêşa Tirkiyê di çaryeka yekem a sala 2025an de nêzîkî 404 êrîş û
êrîşên esmanî li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne û di encamê de 2 welatiyên
sivîl jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên din jî birîndar bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

