Letîf Nêrweyî: Peywendiya YNK bi Kerkûk`ê re kûr e
Kurdistan 05:37 PM - 2025-03-27
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî Berpirsê Burda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê
Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistan`ê hertim digel xelkê Kerkûk`ê bûye û xizmeta wan kiriye, Letîf
Nêrweyî Berpirsê Burda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê got:
Serdana Serok Bafil piştî wê yekê tê ku piraniya sozên YNK`ê bo xelkê Kerkûk`ê
cîbicî bûne.
YNKê di hemû qonaxan de peywendiyeke kûr û ji hev cuda bi Kerkûk`ê re hebûye
Letîf Nêrweyî Berpirsê
Burda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê ji Televîzyona Gelê
Kurdistanê re ragihand; eger
em serdana Serok Bafil Talebanî ya Kerkûk`ê ji aliyê dîrokî ve şîrove bikin,
YNK ji roja damezrandina xwe û heta niha peywendiyeke kûr, bihêz û ji hev cuda
bi Kerkûk`ê re hebûye, her
weha YNK'ê ji bo Kerkûk`ê gelek qurbanî dane û dest ji Kerkûk bernedaye,
YNK'ê weke hêzeke Kurdistanî û Êraqî hêza yekem e di têkoşîn û xizmeta bajêr de,
lewma serdana Serok Bafil ya ji bo Kerkûk`ê tiştekî asayî ye.
Serdana Serok Bafil serbilindî bû
Her weha got: Bi
berawird digel qonxa bangeşeya hilbijartinê ev serdan serdaneke serbilindî bû,
ji ber ku ev serdan di demekê de hat kirin ku sozên YNK`ê, hevalên Kerkûk`ê û
serok Bafil dabûn xelkê Kerkûk`ê, em bi sozên ku me dane wan serbilind in, ji ber ku piraniya wan hatine
cîbicîkirin.
Letîf Nêrweyî
got: Kurdan nekarîn bi şer û pevçûnan alîkariya hev bikin û piştgiriyeke
navdewletî û herêmî ji xwe re çêbikin, lê îsal bi peyama aştiyê û dirûşmên
aştiyane karîbûn li her çar parçeyên Kurdistan`ê yekîtiya netewî pêk bînin, di
heman demê de li her çar parçeyên Kurdistan`ê nermbûn ji aliyê rayedarên van
her çar welatan ve hebûn, ji ber wê jî Newrozeke aştiyane bê pirsgirêk, tundî û
kuştin pêk hat.
YNK hilgirê dirûşma aştî û pêkve jiyanê ye
Letîf Nêrweyî Berpirsê
Burda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê aşkere kir ku Newroza îsal rayedarên her çar parçeyên
Kurdistan`ê ji bo pîrozkirin an jî piştgirîkirina Newroz`ê peyam şandin.
Got jî: Demeke
dirêje YNK`ê kar dike ku piştevaniya hemû hêz û aliyên siyasî werbigire û
aliyên dijber jî bi nermî derkevin pêş, lewma em li ser wê dirûşmê kar dikin.
Letîf Nêrweyî amaje
bi wê yekê kir ku beşek ji stratejiya YNK’ê ya îsal derketiye holê, ya ku ev
demeke dirêj e li Sûriye, Turkiye û Êraq`ê jî li ser dixebitî.
Di berdewamiya
axaftina xwe de Letîf Nêrweyî got: YNK’ê her tim dirûşma aştî û aştiyê ji bo
gelê Kurd li her derê cîhanê hilgirtiye, bi taybetî ji bo Kerkûk`ê heval Mam Celal her tim digot: (Çareseriya
pirsgirêka Kerkûk`ê weke neştergeriya mêjî ye) YNK`ê bi vî awayî bi Kerkûk`ê re
mijûl dibe ji ber ku ezmûn û dîrok selmandiye ku bi tundûtûjiyê pirsgirêkên
Kerkûk`ê aloztir bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

