Sûriye: Daxuyaniya Destûra Mafan Dixe metirsiyê
Cîhan 12:20 PM - 2025-03-27
Ehmed Şerei
Serok Ehmed el-Şerei
Human Rights Watch di raportekê de amaje bi wê kir ku daxuyaniya
Destûrî ya Sûriyê ku vê dawiyê hatiye pesendkirin, ya ku divê welat di heyama
veguhêz de birêve bibe, desthilatê di destê desthilata cîbicîkar de kom dike û
dibe ku serxwebûna dadweriyê têk bibe.
Daxuyaniya ku di 13ê Adara 2025an de ji hêla Serok Ehmed
el-Şerei ve hatî îmzekirin, desthilatên berfireh dide serok wek tayînkirina
dadwerî û yasadanînê bêyî ti kontrol û çavdêrî. Desthilatên berfereh ên serok tirsê
derbarê berdewamiya serweriya qanûnê û parastina mafên mirovan de derdixe holê,
heya ku tedbîrên parastinê li Sûriyê neyên girtin.
Adem Kogil cîgirê birêveberê Rojhilata Navîn li Human Rights
Watch got: Di nebûna parastineke bihêztir û çavdêriyeke serbixwe, ev daxuyanî
metirsiya bihêzkirina kontrola cîbicîkar li ser hesabê azadiyên bingehîn, di
demeke hestiyar de ji bo paşeroja Sûriyê. Ji ber desthilatdariya bê kontrol ya
hikûmeta berê, avakirina sîstemeke ku her kesî ji binpêkirin û tawanên xwe yên
li Sûriyê berpirsyar dibîne, pir girîng e.
Ehmed Şeri di dawiya Çileya 2025an de, piştî konferansa
komên çekdar wek serok komar hat ragihandin. Ew ê Sûriyê di heyama veguhêz a
pênc salan de bi rê ve bibe, piştî pejirandina destûreke hertimî ji bo welat û
lidarxistina hilbijartinan li gorî wê, wek ku di xala 52 ya Daxuyaniya Destûrî
de hatiye destnîşankirin, bi dawî dibe.
Digel ku çarçoveyên veguhêz tedbîrên awarte yên demkî rewa
bikin jî, divê ew ne li ser hesabê mafên bingehîn bin. Daxuyaniya Destûrî ya
Sûriyê bi awaya xwe ya niha de, metirsiya rêjîmek dîktatorî li şûna ku
hêsankirina veguheztina rastîn bo rêjîma demokrasî ku rêz li mafan digire,
dike. Her çend destûr tekezî li ser serxwebûna dadweriyê dike, lê belê ew parêznameyên
ku wê di pratîkê de misoger bike tune ye, her weha kontrolkirina temam derbarê
tayînkirina yasadanînê dide serok.
Human Rights Watch got ku nebûna parastinên dadwerî û
kontrolên li ser desthilata cîbicîkar dikare cezakirina rastî û parastina mafên
mirovan kêm bike.
Çavdêriya Mafên Mirovan got ku divê desthilatên Sûriyê
Danezana Destûra Bingehîn ji nû ve guhezînin û lê vegerin da ku parêzbendiyên
bihêz ji bo serxwebûna dadwerî û çavdêriya yasayî pêk bîne. Ev dê bibe alîkar di
misogerkirina rêzgirtina ji mafên mirovan re, berpirsiyarên binpêkirinên berê
yên di dema veguhêz a Sûriyê de ceza bike, û rê li ber paşerojek berpirsiyartir
veke.
Kogil got, Qonaxa veguhestina li Sûriyê divê bibe gavek ji
bo demokrasiyek rêzdar ji mafan re, ne hincetek ji bo xurtkirina rêjîma desthilatdar.
PUKMEDIA/Human Rights Watch
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

