Tirkiyê: Piştî xwepêşandanan 1400 kes hatin girtin
Cîhan 11:39 AM - 2025-03-27
Ajans
Xwepêşandanên Tirkiyê
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê girtina 1400 xwepêşanderan
ragihand piştî girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmam Oglû ragihand.
Li gorî Wezîrê Karên Navxwe Elî Yerlî Kaya, ji roja Çarşema
borî û vir ve 1418 xwepêşander hatine desteserkirin, piştî xwepêşandanên 6
rojan ên ku hikûmet "neqanûnî" dibîne.
Yerlî Kaya di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de
wiha got: Di dema ku 979 tometbar niha di binçavan de ne, îro 478 kes dê bên
darizandin, her wiha got jî: Emê wan kesên ku hewl didin li kolanan tires belav
dikin û êrîşî nirxên me yên neteweyî û exlaqî û polîsên me bikin, ceza bikin.
Li Tirkiyeyê di hefteya dawîn de li seranserê welêt, li
Stenbolê, bajarê herî mezin ê welêt û li paytext Enqereyê, li dijî girtina Îmam
Oglu çalakî hatin lidarxistin.
Ekrem Îmam Oglu, hevrikê sereke yê siyasî yê Serok komar
Receb Tayb Erdogan, roja Çarşema borî li mala xwe hatibû desteserkirin.
Rayedaran xwepêşandan li parêzgeha Stenbolê qedexe kirin û hin rê girtin
"ji bo parastina sîstema giştî.
Ji aliyê xwe ve, berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê
ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di hevdîtina xwe de ligel
hevtayê xwe yê Tirkiyê Hakan Fîdan, nîgeraniya xwe li hember girtin û
xwepêşandanên vê dawiyê li Tirkiyê nîşan da.
Berdevk Tammy Bruce di daxuyaniyeke çapemeniyê de got ku
Rubio "herweha geşedanên dawî yên di bazirganiya dualî de jî nirxand û
teşwîq kir ku hevkariya aborî ji niha û pê ve xurt tir bibe.
Wezîrê Derve yê Amerîka bi hevtayê xwe yê Tirk re civiya û
li ser mijarên sereke yên ewlehî û bazirganî gotûbêj kirin.
Amaje bi wê jî kir ku Rubio "ji bo aştiya Ukrayna û Başûra
Quqazê ji Tirkiyeyê piştgirî xwest." Wî her wiha pêzanîna xwe ji
serkirdayetiya Tirkiyê di hevpeymaniya cîhanî ya têkbirina DAIŞê de anî ziman.
Dupat kir ku pêdiviya hevkariyeke nêzîk ji bo piştgirîkirina
Sûriyeyeke aram, yekgirtî û aştiyane ye ku nebe bingehek ji terorîzma
navdewletî re û ne jî rêgirek ji bo têkdana aramiya çalakiyên Êranê be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

