Konferansa amadekariya Dîdara YNKê li Kerkûkê dest pê kir
YNK 11:05 AM - 2025-03-26
PUKMEDIA
Dîdara YNK
Heştemîn konferansa amadekariyê ya duyemîn Dîdara Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê demek beriya niha li bajarê Kerkûkê bi beşdariya hevalên
ji Kerkûk û Selahedîn dest pê kir.
Konferans ji Kerkûkê re pir girînge
Di destpêka konferansê de berpirsê rêxistinên YNKê li
Xurmatû Kerîm Şukr gotarek pêşkêş kir û tê de got: Ev konferans ji bo parêzgeha
Kerkûkê gelek giringe, ji ber ku YNK giringiyê dide parêzgeha Kerkûkê û em
dixwazin kêmasiyan nas bikin û wek yek tîm bi yekdengî kar bikin ji bo
çareserkirina pirsgirêkan.
Herwaha got: ‘Divê em siyaseteke nû ji bo rûbirûbûna guhartinên
nû û rabûna li hember kêşe û rewşên heyî yên ku derdikevin pêş bigrin û îro guh
li nêrîn û pêşniyarên hemû heval û kadroyan di derbarê siyaset û pêngavên
paşerojê yên Yekîtiya Niştimanî de digrin.
Pêşkêşkirina pêşniyaran ji Komîteya Bilind re
Berpirsê rêxistinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
li Kerkûk û Selahedîn Aso Mamend gotarek pêşkêş kir û ragihand: Em hêvîdar in
ku kadroyên me bi coş beşdarî vê konferansê bibin û hemû pêşniyarên xwe pêşkêşî
Komîteya Bilind a Duyemîn Dîdara Yekîtiya Nîştimanî bikin.
Got jî: Em bang li birayên beşdar dikin ku pêşnîyarên xwe li
gor berjewendîyên hevwelatîyan pêşkêş bikin û piştevanîya ciwan, jinan û hemû
pêkhateyên cuda jî bikin.
Wî jêderî eşkere kir: Parêzgeha Kerkûkê û navçeya Xurmatû di
qonaxeke dijwar re derbas bûn, bi taybetî dema ku rastî êrîşên rêxistina
terorîst a DAIŞê hatin. Lê spas ji xwedê re, bi saya qurbanîdana hêzên Pêşmerge
û xelkê Kerkûk û Xurmatoyê me karî terorîstan paşve bixin û metirsiya wan ji
ser Kerkûkê derxin. Ev serkeftin û destkeftiyeke mezin a dîrokî ye û bi
piştevaniya welatiyên xwe yên hêja me karî rûbirûyê terorîstan bibin û wan têk
bibin.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ti carî dest ji xelkê Kerkûkê
bernedaye û di rojên herî dijwar de li gel wan maye û bi piştevaniya welatiyan,
me karî serkeftineke mezin di hilbijartinên encumenên parêzgehê de bidest bixin
û me parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûkê hilbijart ku bê cudahî xizmeta hemû
welatiyan û pêkhateyên cuda bike. Kerkûk bajarê pêkvejiyanê di nav hemû
pêkhateyan de ye û wê her wiha bimîne.
Aso Mamend got: Îro em rûbirûyê guhertinên mezin li navçeyê
ne û em hêvîdar in ku ev konferans bibe faktereke girîng ji bo dabînkirina
derfetan ji bo ciwan û jinan ji bo pêşkêşkirina pêşniyar û nêrînan bo
bihêzkirin û pêşxistina xebata hizbî û siyaseta paşerojê ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê. Tişta ku li Kerkûkê bidest ketiye serkeftineke ji bo me hemûyan,
lewma divê em bi hev re kar bikin ji bo parastina destkeftên xwe bêyî cudahî û
xizmetkirina hemû welatiyan.
Herwaha got, Kerkûk û Xurmatû hêjayî xizmetên zêdetir in, ji
ber ku van her du herêman qurbaniyên mezin dane û gelên wan her tim di
pêşengtiya têkoşîna demokratîk de cih girtine. Ji ber wê jî divê em bi hev re
xizmeta welatiyan û bi taybet malbatên şehîdan û hemû welatiyan bikin.
Hewil didin bê cudahî xizmeta hemûyan bikin
Paşê parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha gotarek pêşkêş kir û tê
de got: Konferans qonaxeke nû ya siyasî ye ji bo guncandina bi rastiya rewşa nû
ya Kurdistan û Êraqê.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze nêrîn û
pêşniyarên kadro û girseyên xwe bike nexşerêyek ji bo dirustkirina siyaset û
biryardana xwe ya paşerojê û yek ji armancên wê dîdarê çaksazkirina karê hizbî
li gor pêwîstiyên qonaxa niha ye.
Got jî: Em dixebitin ku bê cudahî xizmeta hemû pêkhate û
beşan bikin. Em xizmeta hemû deverên Kerkûkê dikin. Dema ku me erka xwe wergirt
me di warê rê, kerebe, av û paqijiyê de şoreşek di warê xizmetguzariyê de da
destpêkirin.
Yekîtiya Niştimanî di eniya herî pêş a têkoşînê de ye
Endama Encûmena Serkirdatiya YNKê Sitran Ebdullah li ser
navê Komîteya Bilind a Duyemîn Dîdar gotarek pêşkêş kir û got: Armanca vê
konferansê çaksaziya herdemî û berdewam e, YNK ji roja damezrandina xwe ve di
rêza herî pêş a têkoşînê de ye û niha jî di rêza herî pêş a tekoşînê de ye ji
bo serrastkirina hikim û avakirina hevsengî û damezrandina hikûmeta Herêma
Kurdistanê berpirsyaratiya debara welatiyan dike, erkên me mezin li Êraqê hene
bi taybetî bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoyê.
Got jî: Çawa ku Yekîtiya Niştimanî ji bo pêşxistin û
geşepêdana Kerkûkê kar dike û berpirsê birêvebirina vê parêzgehê ye, pêwîste em
li ser du aliyan de diyalogê bikin, ya yekem têgihîştina pêwîstî û erkên qonaxa
niha ye û ya duyem jî pêşxistin û çaksazkirina saziyên partiyan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

