CHP bi fermî Îmam Oglu ji bo hilbijartinan namzed nîşan dide
Cîhan 12:27 PM - 2025-03-24
PUKMEDIA
şaredarê Stenbolê Ekrem Îmam Oglu
Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya opozisyona Tirkiyê îro Duşemî
24ê Adara 2025ê ragihand, ku dê di hilbijartinên serok komariya Tirkiyê yên
sala 2028an de, şaredarê Stenbolê Ekrem Îmam Oglu ku niha girtî ye, wek namzedê
xwe destnîşan bike.
Şaredariya Stenbolê pêştir ragihandibû ku 15 milyon hilbijêr
duh yekşemê beşdarî hilbijartinên seretayî ên ku roja Yekşemê ji aliyê Partiya
Komarî ya Gel (CHP) ve ji bo hilbijartina namzedê xwe yê serok komariyê hat
lidarxistin, bûne.
Şaredariyê wiha got: Ji 15 milyon dengan 13 milyon û 211
hezar kesî piştgiriya xwe ji Îmam Oglu re anîn ziman. Ev kes endamên Partiya
Komarî ya Gel (CHP) ne, lê bi awayekî sembolîk dengê xwe dane serokê girtî.
Îmam Oglu ji girtîgeha ku li rojavayê Stenbolê lê tê
ragirtin ev nûçe pêşwazî kir û got ku ew "gelekî kêfxweş" kiriye. Di
daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: Li vî welatî bi deh mîlyonan
însanên ku ji ber zexta hikûmetê, aborîya têkçûyî, bêserûberî ber sindoqan ve
çûn da ku ji Erdogan re bêjin êdî bes e.
Îmam Oglu roja yekşemê hat Girtîgeha Marmarayê û li wir ji
ber sûcên gendelî û terorê biryara binçavkirinê hat dayîn.
Dadgehê duh ragihand ku Îmam Oglu û herî kêm 20 kesên din di
çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de hatine binçavkirin û ti biryar dadgehî ne
hatiye dayîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

