Saadî Ehmed Pîra: Rêya rêveberiyê wê bi têgihiştinê were rastkirin
Kurdistan 04:38 PM - 2025-03-17
PUKMEDIA
Berdevkê YNKê Saadî Ehmed Pîra
Berdevkê YNKê Saadî Ehmed Pîra dibêje: “Di civînê de çendîn mijarên girîng ên stratejîk û çawaniya birêvebirina rêveberiya dahatû ya herêmê hatin gotûbêjkirin, helbet têgihiştin û gotûbêj dê bibe sedema rastkirina rêbaza rêveberiyê.’’
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji medyayê re ragihand, civîna Serokê YNKê û Serokwezîr ji bo pirsgirêkên ku heta niha nehatine çareserkirin gelekî girîng e.
Wî zêde kir: “Di civîna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de gelek mijarên girîng ên stratejîk û çawaniya birêvebirina rêveberiya dahatû ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Wî got:"Mijarên ku her du aliyan li ser li hev kirine, dê di demên pêş de pêşkêşî şandên her du aliyan bên kirin û biryara dawî li ser bê dayîn."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û encamên siyasî gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de behsa amadekariyên pêşhatan, helwesta Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû hat kirin û ragihandin: “Armanca wan avakirina hikûmetê ye ku xizmeta gel bike.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

