Serokatîya Komarê daxwaza bilezkirina veguhertina Helebceyê bo parêzgeh dike
Îraq 11:16 AM - 2025-03-16
PUKMEDIA
Logoya Serokatiya Komarê
Îro Yekşemê bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê, Serokatiya
Komarê belavokek belav kir, ev li jêr naveroka wê ye:
Em îro bi xemgînî û
êşeke kûr hovtirîn tawanê di dîroka nûjen de bi bîr tînin, dema ku rêjîma
dîktator bombebarankirina bajarê aram Helebce bi çekên kîmyayî yên qedexekirî pêk
anî.
Ev tawana hovane ya ku di encamê de bi hezaran zarok, jin û
kal û pîr hatin şehîdkirin û birîndarkirin û gelek gundên Kurdan wêran bûn,
asta zilm û neheqiya rêjîma berê li dijî welatiyên sivîl bi taybetî û gelê Êraqê
bi giştî nîşan dide.
Komkujiya Helebceyê wijdanê cîhanê hejand û kiryarên hovane
yên rêjîmên dîktator nîşan da, pêwîstiya bi hewldan û çalakiyên hevgirtî û
belavkirina prensîbên demokrasiyê, parastina gelan û garantîkirina azadî û
mafên wan ji zilmê nîşan da.
Trajediya Helebce îro daxwazê ji me dike ku di warê
yekxistina ezmûna demokratîk li welatê xwe de pêşde biçin û daxwaz ji civaka
navdewletî bikin ku rê li ber belavbûna çekên qedexekirî yên navdewletî bigire
û şer û pevçûnan bi dawî bike û ewlehî û aştiyê li navçe û cîhanê de pêk bîne.
Her wiha em tekezî li ser giringiya hevkarî û hevahengiya navdewletî dikin ji
bo belgekirina van tawanên ku li dijî hevwelatiyan hatine encamdan, wek
belgeyek li ser tawanên ku ji aliyê rêjîmên dîktator ve li dijî xelkê bêguneh
pêk tên.
Bîranîna vê salvegerê bang li me dike ku ji bo zîndî hîştina
vê bîranînê bikevin nava hewldanan ji bo ku di bîra nifşên paşerojê de girîng
bimîne.
Berpirsiyariya me ya niştimanî û mirovî daxwazê ji me dike
ku em daxwaz ji rayedarên pêwendîdar bikin ku bi lez Helebce bibe parêzgeh û
temamkirina gavên yasayî ji aliyê encumena nûneran ve ji bo bidestxistina vî
mafî ji bo bajêr û xurtkirina wî bi hemû xizmetên ku hewce dike û ji bo
qerebûkirina malbatên qurbaniyan ji ber ziyanên ku hê jî dikişînin.
Di dawiyê de silav û rêz ji bo şehîdên Helebce û hemû
şehîdên me
Xwedê Êraq û gelê wê biparêze
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

