Mekteba Siyasî: Sûcê kîmyabarana Helebce birîneke ku nayê jibîrkirin
Kurdistan 07:43 PM - 2025-03-15
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 37emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê daxuyaniyek belav kir û ragihnad:“Ew ê kar ji bo dermankirina birînan û baştir qerebûkirina qurbaniyên sûcê jenosîdê li vî bajarî bike.’’
Teksta daxuyaniya Mekteba Siyasî:
Daxuyaniya Mekteba Siyasî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebce
Em îro bi xemeke kûr 37emîn salvegera tawanên hovane yên ku li dijî gelê me li Helebce ji aliyê hêzên rûxandî yên rêjîma Baas ve li dijî xelkê bê parastin û sivîlên wî bajarî pêk hatin bi bîr tînin.
Tawanên şovenîstên Baasê li dijî vî bajarî, kîn û nefret bû li hember rola dîrokî ya Helebçeyê, ku di tevgera çandî, şaristanî û siyasî de xwediyê ramaneke kurdperwer a dewlemend û pêşverû bû. Li hember rejîmê cesaret girtin û şoreş dan destpêkirin.
Çawa ku YNK li ser erkê xwe û piştre jî bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlên bênavber ji bo vegerandina rewşa xweşiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji Helebce û xelkê wê re kir, îro jî ji her demê zêdetir piştî bi fermî naskirina Helebce weke parêzgeha çaremîn, ew ji bo qurbaniyên tawana jenosîdê li vî bajarî şer dike.
Di vê helkefta xemgîn de em tekez li ser wê yekê dikin ku serkirdayetiya YNK bi rêya fraksiyona xwe li parlamentoya Iraqê û tîma rêveberiya Helebce û hikûmeta federalî hewla berdewamiya xwendin û dengdana li ser proje yasayê didin.
Sûcê kîmyabarana Helebçeyê birîneke ku nayê jibîrkirin
Serê canê şehîdên kîmyabarana Helebce û hemû şehîdên jenosîda gelê me be sax be.
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

