Şêx Cefer: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê gav bên avêtin
Kurdistan 10:15 AM - 2025-03-11
Arşîv
Şêx Cefer Şêx Mistefa
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistan`ê bi boneya 34emîn salvegera
serhildan û azadkirina bajarê Hewlêr`ê peyamek belav kir û ragihand ku,salvegera pîroz ya serhildan û têkoşîna me ya
şoreşgerî bi taybetî ji bo vê qeyrana hestiyar û tijî siyasî û aborî,
berpirsyariyek e mezin dixe stûyê me hemûyan, girîng e ku niha bi yekrêzî û komdengiya aliyên siyasî derbasî qonaxa
şer û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê bibin
Şêx Cefer Şêx Mistefa; Cîgirê Serokê Herêma Kurdistan`ê di
peyama xwe de wiha got: Îro 34 sal bi ser serhildan û azadkirina Hewlêr`ê re
derbas dibin, ku hevdem e digel salvegera Rêkeftina 11ê Adara 1970`an,di vê
rojê de, Hewlêr bi piştevaniya xelkê wê yê mêrxas û Pêşmergeyên qehreman yên
Kurdistan`ê, taca serketina serhildanê li dijî dîktatoriya faşîst ya Beis ya faşist
bilind kirin, lewra ez bi vê helkeftê bi germî li gelê serbilind yê Hewlêrê
pîroz dikim.
Di peyama Şêx Cefer
de hatiye: Pîroziya salroja serhildanê û xebata me ya sivîl berpirsyartiyeke
mezin dixe ser milên me hamûyan, bi taybetî ji bo vê qonaxa hestyar û tejî
qeyranên siyasî û aborî, niha divê bi yekrêzî û komdengî ya navbera
aliyên siyasî gav bên avêtin ji bo qonaxa rûbirûbûn û çareserkirin pirsgirêkan
bi riya diyalogê ji bo bidestxistina mafên neteweyî û destûrî û dabînkirina
jiyanek e xweş ji bo welatiyên Kurdistan`ê.
Cîgirê Serokê herêma Kurdistan`ê di berdewamiya peyama xwe de
amaje bi wê yekê kir ku di van her du salrojên mezin de ez bejna xwe li ber
hemû şehîdên riya azadiya Kurdistanê ditewînim, Salvegera 11'ê Adar ya sala 1970'an
û serhildan û azadkirina Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pîroz be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

