Şermezarkirina navdewletî ji bûyerên li peravên Sûriyê
Cîhan 09:17 AM - 2025-03-10
PUKMEDIA
Sûriyê
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio roja Yekşemê bang li
desthilatên Sûrî kir ku wê kusên ku bi terorîstên tundrew yên ku xelk kuştine
ceza bike û tekez kir ku Washington ligel kêmîneyên olî û neteweyên li Sûriyê
ne, di nav de Elewî, Xiristiyan, Druz û Kurd. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve
yê Brîtanya David Lammy got ku divê desthilatên Şamê parastina hemû gelê Sûriyê
bikin û rêyeke zelal ji bo dadweriyê ava bikin.
Wî her wiha got: Rapor diyar dikin ku hejmareke mezin ji
sivîlan li navçeyên beravên Sûriyê di nava tundûtûjiya berdewam de hatine
kuştin.
Ji aliyê xwe ve, Almanya matmayîna xwe li hember raportên
kuştina komî li beravên Sûriyê nîşan da, û daxwaz ji hikûmetê kir ku rê li
êrîşên zêdetir bigire.
Ji aliyê xwe ve Komisyona Bilind ê Mafên Mirovan ê Netewên
Yekgirtî Volker Turk ragihand, ku raportên gelek dilgiran li ser kuştina hemû
malbatan, di nav wan de jin û zarok, werdigirin.
Volker her wiha destnîşan kir ku rapor derbarên kuştina
taîfî hene.
Komisyonê Neteweyên Yekbûyî banga lêkolînên bilez û zelal li
ser hemû kuştin û binpêkirinên din li Sûriyê kir.
Parîs jî "binpêkirinên li dijî sivîlan li ser bingehên
mezhebî û girtiyan" li Sûriyê şermezar kir, piştî kuştina bi sedan li peravên
Sûriyê di pevçûnên ku du rojan berdewam kirin. Wezareta Derve ya Fransî di
daxuyaniyekê de bang li "desthilatên Sûriyê yên veguhêz" kir ku
lêkolînên serbixwe bikin ji bo eşkerekirina hemû tawanbaran û cezakirina kesên
berpirsyar.
Wezareta Derve ya Fransî dûpat kir ku "pabendbûna xwe
bi veguheztineke siyasî ya aştiyane û berfireh, bêyî destwerdanên derve, ku
parastina pirrengiya mezhebî li Sûriyê misoger dike", û tekez kir ku ev
yek "rêya yekane ye ji bo nehiştina welat ber bi perçebûn û tundûtûjiyê ve.
Yekîtiya Ewropî jî bi tundî êrîşên vê dawiyê li navçeyên peravên
Sûriyê şermezar kir, û tekezî li ser pêwîstiya parastina sivîlan di her şert û
mercî de li gorî yasayên mirovî yên navdewletî kir.
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

