Birûska Kosret Resûl morala çekdarên rêjîmê rûxand
Kurdistan 10:03 AM - 2025-03-09
PUKMEDIA
Kosret Resûl Elî
Piştî rizgarkirina Ranya, Silêmanî û Dukanê û Baziyan û çend deverên din di
sala 1991ê de bi serpereştiya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê serhildan hat berdewam kirin. Her wiha serhildan birêve
diçû li Kelar, Derbendîxan, Şeqlawe, Koyê û derdora Rapêrîn ku nameya Kosret
Resûl Elî bû sedem ku çekdarên rêjîmê wêrekiya xwe winda bikin û Şeqlawa zûtir were
rizgarkirin.
Di vê rojê de Kelar, Derbendîxan û derdora wê hatin rizgarkirinDi 9-3-1991-an de xelkê Kelar, Derbendîxan û derdora wê, wek piraniya bajar û bajarokên din ên Kurdistanê, li dijî rêjîma Baas serî hildan û navçeyên Kalar, Derbendîxan, Razgarî û Bawanûr ji destê rejîmê derxistin.
Di çarçoveya serhildana gelê Kurd a sala 1991’an de di 9/3/1991’an de gelê Şeqlawa bi pêşengiya Kosret Resûl Elî li dijî rêjîma Beisê serî hilda.
Di çarçoveya serhildana gelê kurd a 1991 de,di 9/3/1991 de Xelkê Şeqlawe bi pilan û bernameya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û bi serpereştiya Kosret Resûl Elî li dijî zulma rêjîma Beisê rabûn ser piyan û dever ji rêjîmê paqij kirin.
Hêzên YNK'ê kirin du beşDi roja 8-3-1991ê de hêzên pêşmerge yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bûn du beş û eniya yekem, Hîran û Şeqlawe,Selahedîn û Hewlêr bi serokatiya Kosret Resûl Elî û eniya din jî Koye, Dêgale û Hewlêr bi serokatiya Mamoste Bekir bû, di 9ê Adarê de li wan deveran bernameya serhildanê dest pê kir û di demeke kin de ev plan hat cîbicîkirin.
Birûskê kek Kosret ResûlEndamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Pêşmergeyê dêrîn Rêbwar Îsmaîl got: Rizgarkirina Şeqlawe ji aliyê Kosret Resûl Elî ve hatibû plankirin û azadkirina bajêr di 9'ê Adara 1991'an de dest pê kir û Kosret Resûl ji bo şikandina cesareta çekdarên rêjîmê nameyek ji Ajansa Gelê Kurdistanê re şand ku ragihand Şeqlawa hat rizgarkirin, lê di rastî de Şeqlawa nehatbû rizgarkirin, vê planê bi temamî hêzên dijmin bêhêvî kir. Hêzên rêjîmê li çend tax û nehiya din xwe radest kirin û ji ber birûskê ev dever hatin rizgarkirin.
Her wiha got: Bernameya Kosret Resûl Elî ya azadkirina Şeqlawe, hêzên rêjîmê kirine du beş û azadkirina Hewlêrê hêsan kirin.
YNK endezyar û plansazê serhildanê bû, ji ber ku beriya serhildanê li ser daxwaza YNKê yekîtîya Eniya Kurdistanê hatibû avakirin. Bi rêya rêxistinên bajêr de amadekariyên tevahî ji bo serhildanê kir û di demjimêrê sifir de Radyoya Gelê Kurdistanê çavkaniya gihandina şîfreyên serhildanê bû, lewma şaneyên çekdar kodên xwe vekirin û dest bi Serhildanê xwe kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

