Derbaz Kosret Resûl: Emê dawî li diyardeya hizbîbûnê di hikûmetê de bînin
YNK 10:44 AM - 2025-03-02
PUKMEDIA
ndamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl
Derbaz Kosret Resûl ragihand: Ji bo avakirina kabîneya nû ya
hikûmetê hemû çav li ser Yekîtî ne ji ber ku teke hêviya guhertin û
serrastkirina rêya netendurist ya hikûmetê ye, ji ber wê jî vê carê YNK dê bibe
ortaqê rast û daxwazên me dê bibe sedema xweşguzariyê ji bo gelê Kurd û em
dixwazin hikûmet û sazî yên gel bin û di xizmeta gel de bin û dawî li diyardeya
hizbîbûnê bînin.
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Derbaz
Kosret Resûl di gotarekê de ku di beşa bîrûra ya PUKMEDIA de di beşa soranî de hatiye weşandin
derbarê mijara avakirina hikûmeta nû jî dibêje: Bo pêkanîna hikûmeta nûh çav li
ser Yekîtî ne, her kes dixwaze bizane YNK di vê navberê de çi dike, dê çawa
biryarê bide û dê ji bo gelê kurd çi bike, ji ber ku her kes dizane ku YNK tenê
hêviya guhertin û serrastkirina rêveberiya netendurist e.
Derbaz Kosret Resûl got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
hêviya hevwelatiyane ji bo serastkirina rêbaza hikûmetê li Herêma Kurdistanê û
em dê daxwazên welatiyan bikin bernameya xwe û em xelkê Kurdistanê piştrast
dikin ku emê derbasî qonaxeke nû bibin û di hikûmeta nû de jî dê kar bikin bo
dabînkirina bextewariyê ji bo gelê Kurdistanê û emê bibin ortaqên rasteqîne di
hikûmeta dahatî de, û emê bibin şirîkên rasteqîne di nava hikûmet û saziyên bê
de dê hikûmeteke demokratîk ku gel tê de serwer be ava bike.
Wî diyar kir: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo xizmetkirina hevwelatiyan
ti hewlekê ji dest xwe nade û daxwazên me yên pêkanîna hikûmeta nû dê bibe
fakterek ji bo bexteweriya welatiyan. Nêrîna me ji rêveberiyê nêrîneke medenî
ye, em dixwazin hikûmet û sazî milkê gel be û xiameta wan de be, em dixwezin ku
hemwelatî di karê xwe û meşandina debarê xwe yên rojane de azad bin. Em
naxwazin ti kes xwe li ser welatiyan ferz bike û pere û malên wan desteser
bike.Desthilatdariya ku em dixwezin desthilatdariyeke demokratî ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

