Konferansa amadekarî ya Dîdara YNK ya Hewlêrê dest pê dike
Kurdistan 11:45 AM - 2025-02-27
PUKMEDIA
Derbaz Kosret Resûl Elî
Îro Pêncşemê li bajarê Hewlêrê kar û xebatên çaremîn
konferansa amadekarî ya duyemîn dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê
kir.
Endamê Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Xidir Mistefa di destpêka vekirina konferansê de ku ji aliyê
PUKMEDIA ve hate şopandin de got: Di konferansê de dê li ser pêkhateya
rêxistinî û siyaseta paşerojê ya Yekîtiya Niştimanî û pêwendiyên wê li navçeyê
û herwiha rola jin û ciwanan di nava refên YNK de û gelek mijarên din ên giring
gotûbêj bên kirin.Destnîşan jî kir ku ev dîdar gelek giringe ji bo agehdar bûna daxwazên
hevwelatîyan û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî ji wan re, ji bilî
guftûgokirina rêyên baştirkirina rewşa niha ya herêma Kurdistanê.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî partiyeke kevnar û parêzvanê
demokrasiyê ye li Herêma Kurdistanê, başqey partiyên din in derfetê dide
kadroyên xwe ku bi azadî nêrîn û pêşniyarên xwe diyar bikin.
Piştre Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl Elî gotarek pêşkêş kir û tê de got: Îro em
şanaziyê bi wê yekê dikin ku em li pêşiya têkoşîn, geşepêdan û guhertinê ne û
ji bo xizmetkirina welatiyan kar dikin, îro em li virin da ku vê dîdarê bikin
stasyona pêşxistina YNK. Eji kadroyên xwe dixwazin di pêkanîna siyaseta nû ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de beşdar bibin.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji dema
damezrandina xwe ve heta niha kariye ezmûneke demokratîk ji bo gelê Kurdistanê
di navçeyeke dijwar de ava bike û ti carî dest ji prensîb û nêzîkatiya xwe ya
ji bo dabînkirina azadî, demokrasî, avadankirin û bexteweriya gelê Kurdistanê
berneda û ew yekane partî ye ku di rewşeke dijwar de ti carî welatiyên xwe nahêle.
Got jî: YNK ber bi qonaxeke giring ve diçe ber bi
lidarxistina dîdareke girîng ku armanca wê bihêzbûna Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê ye û divê em derfeteke guncaw ji kadro û çalakvanên xwe re peyda
bikin da ku em bizanin ka ew çi dixwazin û çi rêbazê dixwazin? Em ê guh bidin
hemûyan û pêşniyar û nêrînên her kesî li ber çavan bigirin, emê li ser
pêşxistina YNK û çareserkirina pirsgirêkan kar bikin û partiyê bikin faktarek
bo çareserkirina pirsgirêkan.
Derbaz Kosret Resûl got: Yekîtiya Niştimanî hêviya
hevwelatiyane ji bo serrastkirina rêbaza hikûmetê li Herêma Kurdistanê ye û em
dê daxwazên welatiyan bikin bernameya xwe û em xelkê Kurdistanê piştrast dikin
ku emê derbasî qonaxeke nû bibin û di hikûmeta nû de jî em dê kar bikin da ku
aramî ji bo gelê Kurdistanê dabîn bikin û emê bibin ortaqên rasteqîne di
hikûmeta dahatî de bin, Em ê hemû saziyên hikûmetê bixin bin xizmeta welatiyan
û destê partiyan ji hikûmetê dûr bixin û hikûmeteke demokratîk ava bikin ku gel
serwer be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

