Serokê Weqfa Celal Talabanî û Weqfa Ankiyê peymana lihevkirinê îmze dikin
Kurdistan 08:33 PM - 2025-02-25
PUKMEDIA
Îmzekirina Peymanê
Roja Sêşemî 25ê Sibata 2025an, Mihemed Sabir Serokê Weqfa Celal Talebanî bi Serokê Enstîtuya Lêkolînên Ankî li Bexdayê Kawsar el-Gerabî re civiya.
Di hevdîtinê de Mihemed Sabîr li ser girîngiya Weqfa Ankî axivî û got:“Ankî navendeke girîng a çandî û zanistî ye li Iraqê û em amade ne di warê lêkolînê de ligel vê saziyê kar bikin.’’
Di hevpeyîmanê de wiha tê gotin:“Vekirina kursên bihêzkirin û hevahengiya di navbera Enstîtuya Serok Celal Talebanî û Enstîtuya Ankî de di warê lêkolîn, perwerdekirina kadroyan, pevguhertina agahiyan ji bo nivîsandina lêkolînên zanistî, karê me yê hevbeş e.’’
Mihemed Sabir armanca peymanê wiha got: "Ev peyman ji bo pêşxistina hevkariyeke stratejîk di navbera Weqfa Serok Celal Talebanî û Weqfa Ankî de, piştgirîkirina pêşxistina proje û çalakiyên hevbeş û komkirina çavkaniyan ji bo lêkolînê ye.’’
Her wiha Xerabî got: "Em dixwazin vê peymanê bi Serok Weqfa Celal Talebanî re îmza bikin ji bo veguhestina agahiyan, perwerdekirina lêkolîneran, wergerandin, lêkolînên hevbeş û organîzekirina atolyeyên pêwîst."
Di dawiyê de balyoz Mihemed Sabir got:’’Di pêşerojê de em ê bi hevkariya Enstîtuya Ankî dest bi cîbicîkirina naveroka vê peymanê bikin û têxin xizmeta lêkolîneran.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

