Saadî Pîra: Civînên YNK û PDKê erênî ne
Kurdistan 06:14 PM - 2025-02-24
PUKMEDIA
Saadî Ehmed Pîre
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokratên Kurdistanê ji bo pêkanîna hikûmeta dahatî gavên baş avêtine û ragihand: "Em herdu jî hewl didin ku baweriya di navbera xwe de vegerînin.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji medyayê re ragihand: “Ji ber desthilatdariyê di navbera YNK û PDK’ê de bêbawerî hebû, lê niha ji bo vegerandina wê baweriyê hewl tê dayîn.’’
Wî zêde kir:“Civîna roja pêncşemê ya şanda bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gelek erênî bû û her du aliyan ji bo nêzîkbûna hevdû gavên baş avêtine.
Berdevk wiha jî got: "Hîn mijarên girîng hene ku ji bo çareser kirina wan ji bo her du serkirdeyên YNK û PDKê bên vegerandin û bi giştî jî biryar hatiye dayîn pabendî rêkeftinên di navbera me de bin."
Pêr şemiyê 22.02.2025, her du şandên danûstandinan ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê civînek erênî li dar xistin.
Gotûbêjkirina raporta komîteya hevbeş a her du aliyan, ku têde; Nêrîn û gavên siyasî û îdarî yên girêdayî avakirina kabîneya dehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên din û her wiha di raportê de têbîniyên şandên danûstandinkar ên her du aliyan hatin pêşkêşkirin û mekanîzmayên guncaw ji bo çawaniya rêkxistin û lihevkirina li ser hemû mijaran hatin gotûbêjkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

