Di salvegera Enfalê de...Sûcê Serdemê li dijî gelê Kurdistanê
Kurdistan 10:23 AM - 2025-02-23
PUKMEDIA
Enfal
Îro 23/2/2025
salvegera (37) ya destpêkirina qonaxa yekem a tawanên jînosayd û dijî
mirovatiyê, dijî sivîlên bêguneh ên gelê Kurdistanê di bin navê operasyonên
Enfalê de ye, ku ji aliyê dewlet û hikûmeta Êraqê di sala 1988an de pêk hat, bi
dorpêçkirina navçeya Sergelu û Wadî Caveyatî ku navendên Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê lê bûn.
Operasyonên Enfalê ji aliyê rêjîma dîktator a Sedam Husên ve
li dijî gelê Kurd di 23’ê Sibata 1988’an de dest pê kirin û heta 6’ê Îlona
heman salê berdewam bûn. Ew yek ji metirsîdartirîn rûpelên kuştina komî ya
hikûmetê di dîroka desthilatdariya Beiê de li Êraqê ji heşt qonaxên leşkerî pêk
tê ku artêş û hêzên nîzamî rasterast tê de beşdar bûn, ji wan (Feyleqa yekem ku
navenda wê li Kerkûkê bû, Feyleqa pêncem ku navenda wê li Hewlêrê bû), hêzên
asmanî, hêzên taybet, pasdarên komarê, hêzên komando, dezgehên ewlekarî û
îstixbaratî, îstixbarata leşkerî û zêrevanî, beşên çekên Kîmyawî û Biyolojîk û
rêveberiyên xizmetguzarê di xizmet wan oparesyonan de bûn.
Qonaxên kampînên Enfalê* Enfala yekem: Navçeya Silêmaniyê, ji 23ê Sibata 1988ê heta 19ê Adara 1988ê, herêma (Sergelu) û Deşta Ceveyatî ku baregehên serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tê de bûn, dorpêç kir.
* Enfala Duyem: Ji 22ê Adarê heta 1ê Nîsanê navçeyên Qerdex, Baziyan û Derbendîxanê di nav xwe de digirt.
* Enfala Sêyemîn: Navçeya Germiyan, Keler, Bawanûr, Kifrî, Dûz, Senkaw, Qadir Kerem di 20ê nîsana heman salê de.
* Enfala çarem: Li sînorên deşta (Zabê Biçûk) ango herêma Koyê, Teq Teq, Axcelar û Newşiwan, ji 3ê Gulanê heta 8ê Gulanê, ku li wir bi bombekirina gundên Asker û Gubteba û devera Çemê Rêzan bi çekên kîmyayî dest pê kir.
* Enfala pêncem, şeşem û heftem: derdora Şeqlawe û Rewandûz ji 15ê Gulanê heta 26ê Tebaxê.
*Enfala heştem: qonaxa dawî, herêmên Badînan, Amêdî, Akrê, Zaxo, Şêxan, Duhokê, ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona heman salê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

