Duyemîn konferansa amadekarî ya Dîdara Yekîtî li Duhokê tê lidarxistin
Kurdistan 09:22 AM - 2025-02-20
PUKMEDIA
Logoya YNK
Biryare îro pêncşemê 20/2/2025 qonaxa duyem a duyemîn
konferansa amadekarî ya Dîdara duyem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li
parêzgeha Duhokê dest pê bike.
Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Latîf
Nêrweyî ji PUKMEDIA re ragihand: Li gorî biryara Komîteya Bilind a dîdara Yekîtiya
Niştimanî û di bin diruşmeya (Bi nêrîna nû, hêz, pêşketin û xizmetguzarî) îro
pêncşemê karê duyemîn konferansa amadekariya Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê dest pê dike.
Got jî: Konferans bi amadebûna têkoşerên Parêzgeha Duhokê,
kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û gelek mêvan li bajarê Duhokê
tê lidarxistin.
Got jî: Armanca vê Dîdarê, dariştin û gotûbêjkirina nerîneke
nû û amadekariyên YNK bo qonaxa nû ya jiyana siyasî û rêveberiya Herêma
Kurdistanê ye.Di vê dîdarê de dê kadroyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê,
kesayetiyên navdar û pêkhateyên cuda yên bajêr beşdar bibin, û wê di demên pêş
de li dever û navçeyên din jî dîdar were lidarxistin.
Di rojên dîdarê de, kadroyên Yekîtiya Niştîmanî û beşdarên civînan dê
nêrîna xwe ji bo paşeroja Yekîtiya Niştimanî û siyaseta ku divê di qonaxên bê
de bên meşandin pêşkêş dikin. Her wiha armanca vê dîdarê bilindkirina pêgeh û
bandora Yekîtiya Niştimanî wek giringtirîn û bibandortirîn alî di warê siyasî
li Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê û herwiha li ser asta peywendiyên
navdewletî ye.
Li gor sîstema navxweyî ya ku di pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî de
hatiye pesendkirin, dîdar çalakiyeke fermî, demkî û yek ji wêstgehên têkoşîna
berfireh a kadroyên wê ye.
Yekem dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 12/3/2022ê bi
serpereştiya Qubad Talebanî dest pê kir û di 31/5/2022 bi dawî hat û siyaseta YNK
di warên curbicur de diyar kir û bû stûnek ji siyaseta giştî ya YNK.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

