Fraksiyona YNK`ê: Em piştgirî û alîkariya cotkarên Kurd dikin
Kurdistan 12:01 PM - 2025-02-18
Ajans
Artêş rêgiriyê li cotkarên Kurd dike
Şandeke Fraksiyona
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) li Parlemana Êraq`ê serdana devera
Sergaran ya Kerkûk`ê kir, endamekî civatê jî ragihand: Serdana me ji bo
piştgirî û alîkariya cotkarên Kurd e.
Sebah Hebîb; Parlamentera
Fraksiyona YNKê ya Parlemana Êraq`ê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK ) PUKMEDIA re got : Me wek fraksiyona YNK`ê, me serdana devera Sergaran kir da ku em
piştgîrî û alîkariya cotkarên Kurd yên ku duh rê li wan nehat girtin, em
zeviyên xwe biçînin, piştrast bikin.
Sebah Hebîb got: Di
serdana xwe de me tekezî li ser piştevaniya cotkaran kir û me ji serokwezîr û
wezîrê berevaniyê xwest ku pirsgirêkê çareser bikin, da ku bandorê li jiyana
hevbeş a aştiyane neke.
Her weha aşkere kir ku,
artêş ji van deveran vekişiyaye, lê pirsgirêk wek xwe maye, ji ber vê yekê divê
her kes kar bike da ku di zûtirîn dem de çareser bike.
Her di wê derbarê de;
Xerîb Ehmed endamê lijneya çandiniyê ya
parlemana Êraq`ê di kongreyeke
rojnamevanî de ragihand, kiryarên duh yên artêşê li dijî cotkarên kurd bi
temamî nedestûrî û ne yasayî ye û binpêkirin e.
Xerîb Ehmed wiha got: Komîteya
me piştgiriya cotkaran dike ji ber ku li gorî yasaya ku ji aliyê Civata Nûneran
ve deng li ser hatiye dayîn, divê milkên dagîrkirî ji xwediyên wan re bên
vegerandin û mafê çi kesî nîne ku yasayê binpê bike.
Ji aliyê din ve 56
parlementerên ji firaksyonên Kurdistanî di nivîsekê de banga civîneke awarte li civata nûneran kirin ku ji bo vê mebestê
îmze komkirin.
Du roja Dûşem`ê rêkefta (17-02-2025) an hejmareke zêde ji cotkarên Kurd
li navçeya Sergeran ya ser bi devera Dobiz, bi mebesta ajotina cotên xwe ji bo
çandiniyê li wir bûn, lê ji aliyê Artêşa Êraq`ê ve ew hatin astengkirin, û
hêrîşî çend cotkaran kirin, li hemberî wê yekê cotyar bi mafê xwe dizanin ku
cotinên xwe biajon, her weja daxwaz ji hikûmetê dikin ku pirsgirêkên wan
çareser bike, ji ber ku ew zevî ji bav û bapîrên wan ve ji bo wan heya niha
mane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

