Darayiya Êraqê: Sala borî 11 tirilyon bo Herêmê hatiye şandin
Kurdistan 12:10 PM - 2025-02-10
PUKMEDIA
Dînarên Êraqî
Wezareta Darayî ya
Federalî ragihand ku qebareya dahatên bûdceya federalî di 11 mehên sala 21024an
de zêdetirî 135 trîlyon dînar bûye, lê xerckirin jî zêdetirî 136 trîlyon dînar
bûye ku zêdetirî 13 trîlyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê bûye.
Duh Yekşemê 9/2/2025,
Wezareta Darayî ya Federal xişteyên hesabên dewletê yên ji Kanûna duyem heta Tişrîna
duyem 2024an belav kir, ku tê de diyar dibe ku dahata giştî ya 11 mehan bûye
135 trîlyon û 322 milyar û 716 milyon û 694 hezar û 603 dînar, ku 88% ji dahata
petrolê ye û 12% ji dahatên ne petrolê ne.
Li ser xerciyan jî, li
gorî xişteyan, tevahiya xerciyên dewletê di wê heyamê de 136 trîlyon û 431
milyar û 100 milyon û 288 hezar û 100 dînar bûye, ku 113.5 trilyon dînar
bûdceya niha û 22.8 trilyon dînar jî bûdceya veberhênanê ye.
Bi vî awayî kêmasiya
bûdceyê bi qasî 1.1 trîlyon dînar e
Derbarê pereyên ku di
heyama 11 mehên sala borî de ji Herêma Kurdistanê re hatine şandin, Wezareta
Darayî di xişteyên xwe de eşkere kiriye, ku 13 trîlyon û 112 milyar û 934
milyon û 415 hezar û 515 dînar ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin, ku ji wan
nêzîkî 11.5 trilyon dînar ji bo mûçe û yên mayî jî ji bo xizmetguzarî û pere û
çekkirin û lêçûnên sermayeyê hatine şandin.
Ev yek di demekê de ye
ku Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê di 14/1/2025ê de di daxuyaniyekê de
ragihandiye, ku Wezareta Darayî ya Federalî hesabê Wezareta Darayî û Aborî li
herêmê temwîl kiriye, li gorî hesabê bankê yê wezaretê li Banka Navendî ya Êraqê,
şaxê Herêmê/Hewlêrê, bi (10,026,883,844,549) dînar piştî dûrxistina (726,995,775,
414) dînar wek alîkarî ji bo dabirna xanenîşîniyê û baca hatinê, her wiha
mîqdara ku ji herêmê re hatiye terxankirin li gorî xişteya (H) ya di budceya
federal a sala 2024an de (11,576,521,335,000) dînare ji ya terxankirin kêmtir
bi ( 822,642,015,0370).
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

