Li Hewlêrê li dijî 31 rojnameger û saziyên çapemeniyê binpêkirin hat kirin
Kurdistan 10:32 AM - 2025-02-10
Ajans
Pêşîlêgirtina hêzên Ewlekariyê li Mamosteyan
Mamoste û karmendên ku ji Silêmaniyê derketin bi mebesta ku daxwaz
û nerazîbûnên xwe bighînin Hewlêrê
birêve bûn, li xala kontrola Dêgala rêgirî li wan hat kirin û bi gaza firmêskrêj
û teqe li xala kontrolê ya Dêgala hatin belavkirin, û binpêkirin li dijî 31
saziyên medyayê û rojnamevanan hatin kirin, berpirsê Rêxistina peyamnêran ji bo
Maf û Geşepêdana Rojnamegeran got: Li Hewlêrê tenê di rojekê de 22 rojnamevan û
9 dezgehên ragihandinê ji aliyê asayîşê ve hatine binpêkirin, Ji ber vê yekê em
bang li hêzên asayîşê û aliyên siyasî dikin ku rojnamevanan ji aloziyê derbixin
û binpêkirinê li hember nekin.
Serokê Rêxistina Rojnamegeran ya ji bo Maf û Pêşxistina
Rojnamegeran Hozan Qadir ji PUKMEDIA re axivî û got: Di berdewamiya
xwepêşandanên mamosta û karmendan de li çendîn navçeyên parêzgeha Hewlêrê, bi
taybet li ber xala kontrolê, binpêkirinên curbicur li dijî medya û rojnamevanan
hatine kirin, ku hemû jî cihê dilgiraniya me ne.
Hozan Qadir got: Em bang li hêzên ewlekarî û aliyên siyasî
dikin ku rojnamevanan ji şer derbixin û neyên binpêkirin û bihêlin rojnamevan
bi azadî karê xwe bikin.
Derbarê amarên binpêkirinên bûyerên duh de, Berpirsê
rêxistina peyamnêran amaje bi wê yekê jî kir ku di xwepêşandanên duh de,
binpêkirin li dijî 9 dezgehên ragihandinê û 22 rojnamevanan hatine kirin, ku 9
ji wan bi gaza rondikrêj birîndar bûne, û hêzeke asayişê bi cilên sivîl û bi
navê Asayîşê, avêtine ser ofîsa kenala satelîtê ya KNN li Hewlêrê û dest danîn
ser mal û milkên rojnamevanan, mobayl û tiştên kesane yên kesên ku li ofîsê
amade bûn. Piştrast jî kir ku Hêzên asayîşê piştî rûmalkirina bûyerên Dêgela rê
nedan ku 4 tîmên ragihandinê vegerin Hewlêrê. Tîma medyayî ya Polîtîka Press jî
di dema hevpeyvîna rojnamevanî de ligel çalakvanekî sivîl li hundirê Hewlêrê ji
aliyê hêzên Asayîşê ve hat girtin. Heta dema amadekirina vê nûçeyê nehatine
berdan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

