Parlamenter: Biryara Dadgeha Federal nayê wateya betalkirina her sê qanûnan
Kurdistan 09:19 AM - 2025-02-05
Dezgeha Ragihandinê Encumena Nûneran
Civîna Encumena Nûneran
Dadgeha Bilind a Federalî biryarek dadwerî derxist ji bo
rawestandina cîbicîkirina qanûnên efûya giştî û rewşa kesane û vegerandina
milkan ji xwediyên wan re, piştî ku ew di meclîsa nûneran de dengdan li ser dan.
Rawestandin, ne betalkirinParlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sirwa Mihemed ji PUKMEDIA`yê re ragihand: Piştî gilîkirina li Dadgeha Federalî ya li dijî qanûna lêborîna giştî, dadgehê biryara federalî da ku cîbicîkirina her sê qanûnan bi hev re rawestîne.
Wê got jî: Eger dadgeha federal biryara betalkirina her yek ji wan sê yasayan bide, divê Civata Nûneran li gor lihevkirina fireksiyonên parlemanî dubare deng li ser wê xalê bide, ji ber ku zehmete carek din dengdana li ser her sê yasayan bê dayîn.
Fermana rawestanê nayê wateya betalkirina qanûnanBiryar Reşîd nûnera fireksiyona Yekîtiya Niştîmanî li Civata Nûneran ji PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku Dadgeha Bilind a Federalî derxistiye, biryareke dadwerî ye û tê wateya rawestandina cîbicîkirina wan yasayan, ne betalkirina wan û ev biryar dê rasterast bandorê li rewşa Êraqê û karê hikûmet û civata nûneran bike û tê çaverêkirin ku hewl bo lidarxistina civîna civata nûneran ji bo gotûbêjkirina van pirsên nû hebin.
Di 21ê Çile de, Meclisa Nûneran li ser sê qanûnan deng da: Pêşnûmeya qanûna rewşa kesane ya jimara 188 a sala 1959an, madeyên 2 û 10, pêşnûmeya qanûnên vegerandina mal û milkan ji xwediyên wê re ku bi hin biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî ve girêdayî ye, û pêşnûmeya yasaya guhertina yasaya duyemîn a qanûna efûya giştî ya jimare 27 a sala 2016an.
Li gorî naveroka fermana dewletê, rawestandina cîbicîkirina van yasayan tedbîrek demkî ye heta ku destûrîbûna wan her sê yasayan û hevahengiya wan bi destûra herdemî ya Êraqê re were destnîşankirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

