Qubad Talebanî:Bi bê hevbeşiya YNK`ê hikûmetek çalak ava nabe
Kurdistan 05:37 PM - 2025-01-23
PUKMEDIA
Qubad Talabanî û Tobias Lindner
Cîgirê Serokwezîran Qubad Talebanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê
û Rêkxerê Taybet ê Wezareta Derve ya Almanya ji bo Karûbarên Sûriyê Tobias
Lindner kir û her du aliyan di
civînekê de çend pirsên girîng gotûbêjkirin.
Di civînê de ku roja Pêncşemê rêkefta (23.1.2025)an hat
lidarxistin, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistan`ê spasiya alîkariyên hikûmeta
Almanya bo Herêma Kurdistan`ê kir û hêvî xwest ku di paşerojê de hevkariyên wî welatî
ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê di warên cuda de bi taybetî di warê çandiniyê
de, pîşesazî û çaksazî zêdetir pêşdebirina hêzên Pêşmerge.
Di tewera sereke ya civînê jî hewlên pêkanîna kabîneya nû ya
hikûmeta Herêma Kurdistan`ê bû, di vê derbarê de Qubad Talebanî eşkere kir ku
civînên navbera aliyên siyasî bi taybetî di navbera YNK û PDKê de berdewam in û
hêvî xwest di demeke nêz de hevdîtin bên encamdan.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî got: YNK hewl dide
hikûmeta bê li ser bingeha hevbeşiya rasteqîne bê pêkanîn, ji ber ku bêyî hevbeşiya
rasteqîne hikûmetekek çalak, yekgirtî û bihêz ku bikaribe hêviyên gelê Kurd
pêkbîne û pirsgirêkan çareser bike, pêk nayê ku pirsgirêkên sereke çareser
bike.
Di beşeke din ya civînê de behsa çaksaziya hêzên Pêşmerge
hate kirin, di wê derbarê de jî de Cîgirê Serokwezîran got: Ewê hemû hewlên xwe
bidin ji bo ku bi alîkariya hevpeymanan proseya çaksaziyê weke ku hatiye
plankirin were cîbicîkirin; herwiha tekez kir, ji bo ku prose bi lez û başî
birêve biçe, pêwîste hikûmeta bê hikûmeteke yekgirtî û bihêz be û baweriya xwe bi
hemû aliyên beşdar hebe.
Di tewrek din ya civînê de behsa rewşa Sûriyê û asayîş û
aramiya navçeyê jî hat kirin, wan got ku Sûriye di rewşeke hestiyar re derbas
dibe û hêvî kirin ku aliyên Sûrî bikarin nakokiyên xwe bi diyalogê çareser
bikin.
Di vê çarçoveyê de tekezî li ser wê yekê hate kirin ku pêwîste
hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybet gelê Kurd weke pêkhateyek girîng beşdarî dariştina
sîstema siyasî ya nû ya Sûriyê de bibin û bibin beşeke girîng di rêveberiyên
Sûriyê ya nû de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

