Mekteba Siyasî ya YNKê: Vegera mal û milk, pêkanîna dadweriyê ye
Kurdistan 09:15 PM - 2025-01-21
Logoya Mekteba Siyasî
PUKMEDIA
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya betalkirina biryarên Encûmena Serkirdatiya Şoreşê pîrozbahî li xelkê Kerkûkê û navçeyên veqetandî kir: “Betalkirina biryarên destdanîna ser erdên xelkê li Kerkûk û her cihekî din li navçeyên veqetandi ji bo yekkirina dadweriyê û îsbatkirina mafên xelkê ye.’’
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahiyê li xelkê Kerkûk û navçeyên veqetandi bi taybetî cotkarên Kurd û Tirkmen dike.
Parlamentoya Iraqê îro deng li ser yasaya betalkirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî da, ku ev nêzîkî 50 sal in ji aliyê rêjîma berê ya Beis ve mal û milkên xelq hatiye dagîrkirin.
“Bi vê minasebetê em pîrozbahiyê li serokê civata nûneran û fraksiyonên wê dikin ku dengdan li ser vê yasayê kirin.Wan bi berpirsiyarî û ruhê netewî bi vê meseleya hestiyar a mafên welatiyên me re mijûl bûn. Her wiha em pîrozbahiyê li fraksyonên Kurdistanî û bi taybet Fraksiyona Kesk û tîma YNKê ya li Bexdayê dikin ku hewlên wan ên bêwestan ji bo bidestveanîna lihevkirinekê li ser vê mijarê bû.
“Em weke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di wê baweriyê de ne ku betalkirina biryarên destdanîna ser erdên xelkê li Kerkûk û her deverên din ên navçeyên veqetandi bo yekxistina dadweriyê û îsbatkirina mafên xelkê ye.’’Wiha got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

