Donald Trump wek 47emîn serokomarê Amerîkayê sond xwar
Cîhan 08:23 PM - 2025-01-20
Trump wek 47emîn serokomarê Amerîkayê sond xwar
Getty Images
Li Baregeha Kongressê ya li Washingtonê, Donald Trump, wek 47emîn Serokê Amerîkayê sûnd xwar.
Donald Trump îro Duşemê 20.1.2015an di merasîmekê de sûnd xwar, ta ku ji bo heyamek 4 salan û li şûna Joe Biden, bibe 47emîn Serokê Amerîkayê.
Li Washingtonê merasîma sondxwarinê ya Donald Trump bi tevlîbûna bi hezaran kesan pêk hat.
Trump sond xwar û got, “Ez sond dixwim ku ez dê bi dilsozî erkê xwe yê serokatiya Amerîkayê pêk bînim û destûra dewletê biparêzim û bi cih bînim”
Trump di gotara xwe ya piştî sûndxwarinê de got: “Ez ê Amerîkayê bibim pêş û serweriya Amerîkayê biparêzin.”
Herwiha got: “Îro destpêka serdema zêrîn a Amerîkayê ye. Ji îro ve hemû welat dê rêz li me bigire.”
Serokê nû yê Amerîkayê got: “Em ê dawî li bikaranîna desthilata dadweriyê wek çekekî siyasî bînin.”
Amaje bi wê jî kir: “Hikûmetek me ya niha, nikare biçûktirîn qeyranê jî çareser bike û berevaniyê li sînorên welatên din dike û hikûmeta nihe nikare sînor û xelkê Amerîkayê biparêze.”
Herwiha Trump da zanîn, ew Amerîka bihêztir û xweşguzartir dike û got: “Divê gelê Amerîkayê bi xwe serbilind be.”
Trump di hilbijartinan de li hemberî namzeda Demokratan Kamala Harris bi ser ketibû û 270 delegeyên hewce bi dest xistibû.
Di merasîmê de endamên malbata Trump û rayedarên bilind ên dewletê amade bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Trump berê jî di navbera salên 2016-2020’an de serokatiya Amerîkayê kiribû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

