Bagawazî ji bo nasîna statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê
Kurdistan 10:06 PM - 2024-12-29
PUKMEDIA
Rojavayê Kurdistanê
Donald J.
Trump Serokê hilbijartî yê wilayetên yekgirtî yên Amrîkayê;
António
Guterres sekretrê giştî yê Neteweyên Yekgirtî;
Netewa Kurd
kêm maye ku bibin 50 Miliyon kes û yekin ji neteweyên kevnar yên
Mezobotamiyayê. Hûn dizanin ku ev netew sala 1923’an bi bêbextiyeke navnetewî û
bi peymana Lozanê kirin çar beş. Ji wê demê heta niha wan çar dewletên ku ser
Kurdan desthilatdarin hemû awayên zordariyê beramberî Kurdan kirine ku hinek ji
wan heta qirkirinê jî pêşde çûne.
Ji wê demê
heta niha welatên cîhanê nekarîn alîkariya Kurdan bikin ji bo rakirina wê
zordariya beramberî wan. Hetta gelek caran bûne alîkarê sitemkar û zordar û
serkûtkerên ser Kurdan jî. Gelê Kurd di gel wan tevan jî ji bo destxistina
azadî û serbestiya xwe bi egîdî têkoşîya û dest jê ber neda û wê rêyê de gelek
fedakarî jî kirin.
Encama wê
xebata dûrûdirêj çê kirina hikûmeta herêmê li Başûrê Kurdistanê û ava kirina
rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê bû piştî serhildanên gelên Sûriyeyê ji
bo rizgar bûn ji zordariya çendîn sale ya rejîma Be’sî ya Sûriyeyê.
kurd di rûbirûbûn û têkoşîna dijî terorîzma cîhanî ku DAIŞ nêzîktirîn mînaka wê ye, Kurdan bi wêrekî şer kirin û yek ji karekterên serekî bûn di şikandina wan de bitaybet di Başûr û Rojavayê Kurdistanê de. Piştî hilweşîna rejîma Esed di Sûriyeyê de, Tirkiye û cihadîstên girpdayi Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (ANS) demûdest êrişî navçeyên xweser yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û hewil dan ku plana xwe ya jenosîda dijî gelê Kurd cîbucî bikin. Armnca êrişên ser Rojavayê Kurdistan hemû Kurdin û hedefa wan nehiştina destketên hikûmeta herêma Kurdistanê ye jî di beşa Başûrê Kurdistana mezin de. Kurd bi mîrateya çandî û siyaset û pergala demokrasîyê û jiyana layik û nirxên azadiya jinan, nûnertiya qadeke cîhana modern dikin di Rojhilata Navîn de. Nehiştina netewa Kurd û nirxên demokratîk tê wateya nehiştina şaristaniya hevbeş ya azadî û demokradiyê ya cîhana hevbeşbya Rojhilatî û Rojavayi.
Di gel xebata Kurdan, berdewan kirina wan êrişan û niyeta pêkanîna jenosîda dijî hebûna fîzîkî û siyasî ya neyew û jinên Kurd li Rojava girêdayi wê yekê ye ka gelo dezgehên navnetewî û dewletên girîng bi fermî statûya îdarî ya xweser ya Bakûr û Rohilatê Sûriyeyê nas bikin an na?
Em jin û
rêxistinên Kurd ku imzaya me jêrê de heye, daxwaz dikin ku îdareya xweser ya
Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî binasin û asayişa navnetewî misoger bikin.
Em hêvîdarin ku bersiva daxwazên me bidin ji bo fermî nasîna pêgeh (statû)a gel
û jinên Kurd weke pêkhateyeke wekhev û azad di proseya azadaniya Sûriyeyê de û
bibin mînakeke dostaniya dilsozane.
Di gel rêz û
silavên me
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

