Kurd li Sûriyê dê mafên xwe bi dest bixin û dike armenceke baş
Hevpeyvîn 12:26 PM - 2024-12-26
Kurdistanî Nwê
ihemed Emîn Pencwênî, lêkolîner û şirovekarê siyasî
Paşeroja Sûriyê piştî rûxana rêjîma Beşar Esed û hatina
Ehmed Şera (Ebû Mihemed El-Colanî) û Eniya Rizgariya Şam bo ser desthilatê ne
diyar e. di nav wê de jî ya girîng ji bo kurdan ew e ku gelo li Sûriyê mafên
wan tên parastin yan na û partiyên kurdî dê karibin bi yek deng û reng bi
hikûmeta nû re danûstandinan bikin? Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî di
hevpeyvînekê de ligel Kurdistan New Dijîtal Media bersiva hinek ji van pirsan
dide.
Hevpeyvîn- Kurdistan New
Rewş hê jî aloz e
Mihemed Emîn Pencwênî, lêkolîner û şirovekarê siyasî derbarê
rewşa Sûriyê û rêkeftina partiyên kurdî dibêje: Rewşa Sûriyê hîn aloz e û heta
niha Kurd li ser bernameyekê û çawaniya danûstandinan ligel Şamê û Desteya
Tehrîr Şam li hev nekirine.
Gelek hewl hene ku partiyên cuda yên kurdî li Sûriyê bibin yek û bi heman kom û bernameyê biçin Şamê Colanî û koma wî re biaxivin.
Pêşeroja Rojavayê Kurdistanê
Pêncwênî geşbîniya xwe bo paşeroja Rojavayê Kurdistanê nîşan da û got:Ez geşbîn im ku hewldanên Tirkiyê yên ji bo têkbirina yekrêziya partiyên Kurdistanî bi ser nekevin, ez li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê jî geşbîn im û ez di wê baweriyê de me ku kurd wê bi hevre bi yek deng biçin bi hikûmeta nûh a Sûriyê re rûnin bo çareserkirina pirsgirêka kurd li wir.
Bi hezaran qurbanî
dane
Tekez kir ku tevî ku
rewş hîn aloz e û destêwerdan ji hemû aliyan ve heye, lê ez geşbîn im ku
serkeftin wê ji bo hêzên Kurdî be, ku bi hezaran qurbanî dane, da ku doza Kurd
û mafên wê li Rojavayê Kurdistanê bigihe encameke baş.
Ji bo yekîtiyê
têdikoşin
Pêncwênî got: Gelek
hewl hene bo yekxistina aliyên Kurdî li Sûriyê û bi yek girûp û yek bernameyê
biçin Şamê û bi Colanî û girûpa wî re biaxivin, bi taybetî ku niha hikûmet û
rêveberiya Sûriyê kontrol dikin.
Yek deng û yek reng
Diyar kir û got: Mixabin heta niha aliyên
Kurdî li hev nekirine, lê gelek hewlên di vî warî de hene ku sardana Şamê bikin
û bi wan re li ser pirsa Kurd û çarenivîsa pirsgirêka Kurd li Rojavayê
Kurdistanê danûstandinan bikin.
Destwerdana derve
Şirovekarê siyasî
tekez kir ku: Dewleta Tirk hemû dezgehên xwe yên leşkerî, îstixbaratî û îdarî
bi kar tîne da ku hewldana yekbûna Kurdan têk bibe û nehêle ku partiyên Kurd
biçin Şamê.
PUKMEDIA/ Kurdstanî Nwê
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

