Berdevkê Desteya Geştûguzarî: Em amade ne bo pêşwazîkirin li geştiyaran
Kurdistan 09:51 AM - 2024-12-25
PUKMEDIA
Geştiyar
Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê bi boneya Sersalê
xwe ji bo pêşwazîkirina geştiyaran amade dike û li bendê ye ku pêşwazî li zêdetirî
300 hezar geştyar bike.
Ji bo pêşwazîkirin li geştiyaran amade ye
Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji PUKMEDIA re ragihand: Li gorî plan û amadekariyên ku me kirine, em pêşbînî dikin di sersalê de zêdetirî 300 hezar geştiyar serdan bikin.
Got jî: Cihên geştyarî yên giştî û taybet bo pêşwazîkirina geştyaran hatine amade kirin û me hemû amadekarîyên pêwîst kirine.
Ji bo geştiyaran hemû pêdiviyên pêwîst tên peydakirin
Berdevkê Desteya Geştûguzariyê dibêje: Salane hejmara
geştiyarên ku tên Herêma Kurdistanê zêdetir dibe û ev jî bi saya pêşxistina
jêrxana sektora geştiyariyê ye, ji ber ku di sala borî de nêzîkî 7 milyar û 500
milyon dolar veberhênan li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Got jî: Tiştekî din ê ku bûye sedema aktîvkirina tevgera
geştyarî ew e ku li hemû deverên Herêma Kurdistanê hêsankarî ji geştyaran re tê
dabînkirin û li deriyên sînorî û xalên pişkinînê bi baştirîn şêwe pêşwazî li
wan tê kirin.
Li Herêma Kurdistanê gelek deverên geştiyariyê hene
Berdevkê Desteya Geştûguzariyê dibêje: Li Herêma Kurdistanê
3100 cihên me yên geştiyariyê hene ku xizmet pêşkêşî geştiyarên ku tên Herêma
Kurdistanê dikin.
Got jî: 468 hotêlên me yên mezin û 280 hotêlên me yên biçûk
hene, ji bilî wan 10 parkên seyrangehê, nêzîkî 600 xwaringehên geştyarî, 700
kafeyên geştyarî û zêdetir ji 700 kompanîyên geştyarî hene.
Got jî: 54 komelgehên me yên geştyarî jî li herêma
Kurdistanê hene, ji bilî bi dehan cihên din yên xizmetguzarîyê bo geştyaran
pêşkêş dikin û em hêvîdar in hemû cîhan pabendî wan rênimayiyên ku ji alîyê
dezgeha geştûguzariyê ve hatine dayîn, bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

