Serok Bafil: Divê êdî mûçeyên herêmê nebin qurbaniyên nakokiyên siyasî
Kurdistan 10:36 PM - 2024-12-21
Ofîsa Serokê Bafil
Bafil Celal Talebanî û Fayeq Zêdan
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan civiya.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, maf û mûçeyên Herêma Kurdistanê û cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federalî hatin gotûbêjkirin û tekez li ser dawî hatin û çareseriya dawî ya pirsgirêkan hat kirin.
Her wiha di civînê de tekezî li ser pabendbûna bi biryarên Dadgeha Federalî, serxwebûna dezgehên dadwerî û hemahengiya di navbera hemû saziyên yasayî de ji bo parastina aramî û mafên hemû netewe û civakên li welat û serkeftina bernameyên xizmetguzariyê hat kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî rola dezgeha dadwerî ya Iraqê bilind nirxand, ku hertim di çarçoveya destûrê de û di xizmeta mafên gel de biryaran dide, bi taybetî biryarên girêdayî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê. Her wiha daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û piştgiriya cîbicîkirina biryaran bike û her kesî erkdar bike, daku karmendên Herêma Kurdistanê êdî nebin qurbaniyên nakokiyên siyasî û mafên wan bên parastin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

