Zêdetirî 763 hezar welatiyên Iraqê reviyane Ewropayê
Kurdistan 06:55 PM - 2024-12-18
Ajans
Koçberan
Ajansa Lutka ya Karûbarên Penaberan ragihand, di 10 salên borî de zêdetirî 763 hezar kes ji Herêma Kurdistanê û Iraqê koçberî Ewropayê bûne û 593 koçber jî jiyana xwe ji dest dane.
Lutka rêxistineke ne hikûmî ye ku xizmetguzariyan pêşkêşî penaberên li hundir û derveyî Iraqê dike.Li gor amarên ku ajansa Lutka di 18/12/2024 bi helkefta roja cîhanî ya penaberan belav kiriye: “Ji sala 2015’an heta niha hejmara penaberên Herêma Kurdistanê û Iraqê gihiştiye 763 hezar û 398 welatiyên ku daxwaza mafê penaberiyê li welatên Ewropayê kirine û di wan penaberan de 345 koçber dema hewl didan derbas bibin jiyana xwe ji dest dane û 248 koçber jî winda bûne.’’
Li gor amarên wê ajansê, sala 2015an herî zêde hejmara koçberan hatiye dîtin û giheştiye 186 hezar û 422 kesan, ku ev hejmara herî zêde di 10 salên borî de hatiye tomarkirin.
Diyardeya koçberiya ji Herêma Kurdistanê û Iraqê ber bi welatên Ewropayê ve ne nû ye, lê di deh salên borî de ji ber krîza aborî û siyasî û şerê çekdarî gelekî zêde bûye.
Baregeha Lutka ya Karûbarên Penaberan li Iraqê li parêzgeha Silêmaniyê ye û nûnerên wê li Tirkiye, Yewnanîstan, Romanya, Bulgaristan, Îtalya, Hollanda, Malta, Swêd, Norwêc, Sûriye, Almanya, Brîtanya, Kanada û Amerîkayê jî hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

