Talebanî: Karmendên mayî girêdayî razîbûna welatiyan e
Kurdistan 04:01 PM - 2024-12-16
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Berpirsê Buroya Sekreteriya Serok Mam Celal ,Qubad Talebanî di civînekê de ligel tîma YNKê ya di hikûmeta xwecihî ya rêveberiya Raperînê de ragihand, li gorî nirxandina karkirina rêveberan dê guhertinên pêwîst di postan de bikin.
Di civîna roja Duşemê (16.12.2024) de, Qubad Talebanî ragihand ku xizmetkirina welatiyên rêveberiya Raperînê armanca me ya sereke ye û asta razîbûna welatiyan jî pîvana sereke ye ji bo berdewamiya her berpirsekî li ser postê xwe.
Berpirsê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinan de li ser performansa rayedarên hikûmetê yên di rêveberiya Raperînê de bi beşên cuda yên herêmê re û nirxandineke berfireh li ser asta razîbûna welatiyan ji performansa berpirsan hatiye gotûbêjkirin.
Got jî: ji niha û pêde dê sîstema xelat û sizayan bê cîbicîkirin û her berpirsekî ku hêviyên xelkê nebîne, bê dudilî dê were sizadan û guhertin di postê wî de bên kirin.
Di hevdîtinê de, Qubad Talebanî spasiya wan berpirsên ku di dema borî de bi başî erkên xwe bi cih anîne û baweriya welatiyan bi wan hatiye dayîn, kir, daxwaz ji wan kir ku zêdetir bixebitin û ji bo xizmetkirina welatiyan dudilî nebin.
Di mijareke dinê civînê de rewşa xizmetguzariyê li herêma Raperînê hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de berpirsê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal got ku ewê bi hemû hêza xwe hewl bidin projeyên ku heta niha nehatine encamdan. Wî got ku ew pabend in bi sozên ku dane nişteciyên herêmê û dê hemû hewlên xwe bidin ji bo cîbicîkirina daxwazên xelkê û cîbicîkirina gelek projeyên veberhênanê li herêmê û îmkanên temam ji bo sermayedaran.
Di mijareke din de amaje bi proseya pêkanîna kabîneya nû kir û eşkere kir ku hemû hewlên YNKê ji bo pêkanîna hikûmeteke xizmetguzarî û bikêrhatî ji bo çareser kirina pirsgirêkan û pêşkêşkirina baştirîn xizmet bo welatiyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

