Qubad Talebanî: Hewldanên me bo zêdetir xizmeta welatiyan bikin
Kurdistan 01:26 PM - 2024-12-15
Nivîsgeha Ragihandinê yê Qubad Talebanî
Komcivîna Qubad Talebanî di gel berpirsên Derbendîxanê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana navçeya Derbendîxan
kir û bi qaymeqam û berpirsên yekeyên îdarî yên navçeyê re civiya.
Di civîna roja yekşemê 15/12/2024 de, liser rewşa
xizmetgozariyê li navçeya Derbendîxan û pirsgirêk û kêmasiyan hatin
gotûbêjkirin, û di wê derbarê de Talebanî got: Em li gel tîm û berpirsên
Derberndîxanê her li ser xetin û peywendîdarin û hemû hewlê didin ku pirsgirêk
bên çareserkirinû xizmeta baştir ji navçeyên re bikin.
Herwiha Cîgirê Serokwezîr daxwaz ji berpirsên navçeyê kir ku
hemû tedbîrên pêwîst bo asankirina karûbarên welatiyan bigirin û got jî: Ji bo
xizmetkirina baştir ji rûniştvanên Derbendîxanê, dê guhertinên pêwîst di postên
îdarî yên navçeyê de bên kirin.
Piştre qaymeqam û berpirsên îdarî yên navçeyê, raportek li
ser pirojeyên ku di serî de ji daxwazên welatiyên herêmê ne, pêşkêş kirin û ji
aliyê xwe ve cîgirê serokwezîr tekez li ser wê yekê kir ku ew dê şopdarê
cîbicîkirina van daxwazan bin.
Di dawiyê de Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku du rêya
Kelar - Derbendîxan dê di destpêka sala bê de temam bibe û bi temamî ji şofêran
re were vekirin, ku ev yek ji daxwazên girîng ên navçeyê ye û got; Ji bo
çareserkirina vê pirsgirêkê ku yek ji daxwazên welatiyan e, dê di demek nêzîk
de kar li ser projeya tora ava Derbendîxan bê kirin.
Wî balkişand li ser wê yekê ku divê zêdetir giringî bi
geştûguzariyê bê dayîn û sermayedaran teşwîq biin da ku di vê sektorê de veberhênanê
bikin da ku li gorî pêwîstiyê pêş bikevin û derfetên kar ji nişteciyên herêmê
re peyda bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

