Talebanî: Divê hikûmeta dahatî bi dadperwerî xizmetê bike
Kurdistan 06:38 PM - 2024-12-02
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Balyozê Rûsyayê li Iraqê
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutraşêv kir.Li ser çend mijarên ku berjewendiya her du aliyane gotûbêjkirin.
Civîna îro duşemê (12.02.2024) li Hewlêrê bi amadebûna Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Daban Şadala û Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Robin hat lidarxistin.Her li ser hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî amaje bi rûniştina yekem a vê civîna parlamentoyê kir û hêvî xwest ku piştî civîna yekem a parlamentoyê, aliyên siyasî hewlên xwe ji bo têgihiştin û rêkeftina li ser pêkanîna hikûmeta dahatî zêdetir bikin.
Got jî: Herêma Kurdistanê di deh salên borî de di qonaxeke gelek dijwar re derbas bûye û divê hikûmeta dahatî bi awayekî bê avakirin ku bikare hêviyên hemwelatiyên Kurd pêkbîne û bi awayekî dadperwerane xizmeta gelê Kurd bike.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin û li ser rewşa Sûriyê û bandora wê li ser aramiya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin. Her du alî hêvî xwest ku aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê û her du Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê bi awayekî ku aramiya Iraq û Kurdistanê biparêzin, tevbigerin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

