40 hezar sernav di şeşemîn pêşangeha navdewletî ya Silêmanî de tê pêşandan
Kurdistan 11:17 AM - 2024-11-28
PUKMEDIA
Şeşemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan li Silêmaniyê
Şeşemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan li Silêmaniyê bi çavdêriya Serok
Komarê Êraqê D.Latîf Cemal Reşîd û bi beşdariya 200 sazî û navendên navxweyî û navdewletî vebû, û wê
`` roja berdewam bike û 40 hezar sernav û 9 milyon pirtûk têde nîşan bide.
Pêştir Rêveberê Ragihandin û çap û weşanê Silêmaniyê Arîwan
Sîweylî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re gotibû:
Di pêşangehê de cihek taybet bi burda ragihandinê heye ku têde dîroka
nivîskarî, rojnamegerî, şoreşa nû, arşîva YNK’ê ya di şoreşê de û hejmara
pirtûk, nivîskar û weşanên çiyayan dê bên nîşandan ku nêzîkî 1000 sernavên cuda
yên pirtûk û kovarên organên YNKê hene, ji wan pirtûkên Desteya Ragihandinê,
Desteya Hişyariyê, Navenda xwendin, Navenda Karûbarên Yasayî û Dezgeha Serok
Celal Talebanî, ew jî berhema têkoşerên YNKê û bîranînên siyasetmedarên şoreşa
nû ye.
Got jî: Di pêşangehê de dê çend panel di warên cuda yên
wêjeyî de dê bên pêşkêşkirin û em pêşbînî dikin ku hejmara serdana pêşangehê û
firotina pirtûkan li gorî salên borî zêdetir bibe û bandorê li ser rêjeya
xwendevanan bike.
Rêveberê Rêveberiya Ragihandin û Çap û Weşanê Silêmaniyê
wiha got: Şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê îsal cuda ye û
navên refan taybet kirine bi navên kesayetî, nivîskar û wêjavanên kurd ên çar
parçeyên Kurdistanê tê kirin. Ji bo ku nivîskar pirtûkên xwe bidin nasîn û bi
îmzeyên xwe pêşkêşî xwendevanan bikin stêcek taybet hatiye amadekirin.
Tevî ku şeşemîn pêşangeha pirtûkan biryar bû ku di 20-11-2
de were lidarxistin, lê ji ber proseya serjimêriya Êraqê di rojên 20 û 21ê
Mijdarê de, biryar hate dayîn ku pêşangeh bo 28ê Mijdarê were paşxistin û 11
rojan berdewam bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

