Parêzgarê Kerkûkê: Serjimêriya giştî ya niştecihan bi başî birêve diçe
Kurdistan 10:58 AM - 2024-11-20
PUKMEDIA
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha tekez kir ku serjimêriya giştî
ya xelkê Kerkûkê bi awayekî baş birêve diçe û di proseyê de ti binpêkirin
nehatine tomarkirin.
Parêzgarê Kerkûkê di kongirekî rojnamevanî de ku PUKMEDIA yê
dişopand de got: Me îro li gel dezgehên amaran û pilandananê li ser pêşhatên
serjimêriya giştî ya niştecihan civiya û li ser hemû mijarên derbarê serjimêriyê
de gotûbêj kirin.
Got jî: serjimêrî bi başî birêve diçe û tîm ji demjimêrên
sibê ve dest bi karên xwe kirine û me ti binpêkirin tomar nekiriye jiber
pabendbûna wan bi biryara qedexeya derketina derve.
Got: Em ji nêzîk ve proseyê dişopînin û tîmên me yên
şopandinê bi berdewamî kar dikin û niha jî em ber bi hemû navçeyên Kerkûkê ve
diçin daku ji nêzîk ve çavdêriya pêşkeftina proseya serjimêriya giştî bikin.
Parêzgarê Kerkûkê got: Hemû kêşeyên ku di rojên derbasbûyî
de derketine holê hatine çareserkirin û proseya serjimêriyê bi dilsozî û
durustî û bê cudahî di navbera welatiyan de bi awayekî baş birêve diçe, ji ber
ku ev serjimêrî di berjewendiya parêzgeha Kerkûkê de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

