Talebanî: Girîng e Herêma Kurdistanê xwedî destûr be
Kurdistan 09:04 PM - 2024-11-18
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Talebanî bi şandeke Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê re civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke Odeya Bazirganî ya Amerîkayê - Kurdistan bi serokatiya David Tayîfurî serokê encûmenê behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên bazirganî di navbera Amerîka û Kurdistanê de kir.
Di civîna roja Duşemê (18.11.2024) de, Qubad Talebanî, ku yek ji damezrînerên Odeya Bazirganî ya Amerîkayê– Kurdistan piştgiriya xwe bo encûmenê dûpat kir û hêvî xwest ku hejmara kompaniyên endam di encûmenê de zêdetir dibe. Sal bi sal meclîs mezin dibe û ev jî nîşaneke girîng e.
Şîrket û karsazên Amerîkî zêdetir bala xwe didin ku bi Herêma Kurdistanê re kar bikin.
Mijareke din a civînê jî qonaxa piştî hilbijartinên Kurdistanê bû. Cîgirê Serokwezîr diyar kir ku divê di zûtirîn dem de hikûmeta nû ya xizmetguzariyê li Kurdistanê were avakirin ku hêviyên welatiyên Kurd û dostên Herêma Kurdistanê pêkbîne.
Di vê çarçoveyê de amaje bi wê yekê jî kir ku giringe Herêma Kurdistanê xwedî destûr be û got: Erkê vê rûniştina parlamentoyê ye ku li ser destûrê kar bike û yasayên ku geşepêdana sermayeguzariyê li Kurdistanê teşwîq dikin bên guhertin yan pesendkirin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa ne aramiya navçeyê û berdewamiya metirsiya terorîstan hat kirin. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî got: DAIŞ hîn metirsiyeke cidî ye bo ser ewlekarî û aramiya navçeyê û di dawîtirîn kiryara terorîstî ya duhî de jî çendîn kes bi bombeyên ku ji aliyê vê girûpa terorîstî ve hatibûn çandin, hatin kuştin. Got jî: ev bûyer îsbata wê yekê ye ku divê hevkarî û hemahengîya di navbera hêzên ewlekarî yên Kurdistan û Îraqê û hêzên Amerîkî bo şerê dijî terorîstan bê zêdekirin.
Ji aliyê xwe ve, şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê spasiya Qubad Talebanî kir ji bo piştgiriya berdewam bo Encumenê. Wan amaje bi wê yekê jî kir ku, Herêma Kurdistanê cihekî aram û guncaw e ji bo geşepêdana sermayeguzarî û bazirganiyê li herêmê û di vê çarçoveyê de daxwaza xwe ya zêdetir karkirina ligel Herêma Kurdistanê nîşan dan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

