Mehmûd Osman: Girînge ku beşdarî serjimêriyê bibe
Kurdistan 09:33 AM - 2024-11-18
PUKMEDIA
Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimêriya Giştî ya rûniştvanên Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman
Encamdana serjimêriyê bo kurdan gelekî girînge, ji bilî ku
budceya Herêmê bê tê diyarkirin, kurdistanîbûna navçeyên nekok jî tên
piştrastkirin. Rêveberê cîbicîkerê serjimêriya giştî yê rûniştvanên herêmê
dibêje: Li gor biryara dadgeha Federal serjimêrî tenê ji bo pêşketina welat û
danîna pilena rast û rêk ji aliyê hikûmetê ve bo pêşerojê hatiye.
Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimêriya Giştî ya rûniştvanên Herêma
Kurdistanê Mehmûd Osman di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: Encamdana serjimêrî û beşdarbûna
çalak a kurdan di vê proseyê de gelekî giring e, ji ber ku dê bûdceya
parêzgehan bo Herêma Kurdistanê pê were diyarkirin û ji bo navçeyên nakok
kurdbûna wan îsbat bike.
Herwaha Osman got: Di heyama 20 salên borî de çendîn hewl bo
pêkanîna serjimêriya giştî li Êraqê hatine kirin, lê her carê ji ber
destêwerdanên siyasî û rewşa Êraqê hatiye paşxistin, heta ku Dadgeha Federal di
dawiyê de biryara serjimartinê da, di du salên borî de hewldan zêde bûn.
Li gorî biryara Dadgeha Federalî, encamên vê serjimartinê ji
bo çareserkirina pirsgirêkan nayê bikaranîn, lê çend armancên wê hene, di nav
wan de nifûsa parêzgehan, texmînkirina bûdceya parêzgehê û hejmara kursiyên
parlamentoyê, di heman demê de dê ti ziyanek negihe maddeya 140.
Rêveberê Serjimariya Giştî ya Nifûsê got jî: Girîng e gelê
Herêma Kurdistanê û kurdên navçeyên nekok beşdarî vê proseyê bin û bersiva wan
70 pirsyarê bidin ku arasteyê wan bûye ji berk u li pişt her pirsiyarek amancek
heye li gel wê jî em hewil didin ku di vê pêvajoyê de her metirsî li ser
deverên maddeya 140'an bo Wezareta Plandanînê herêmê hatiye şandin û ji Serok komar
û Serokwezîrê Êraqê re tê şandin.
Wî got: Di çarçoveya hewlên bo metirsiyên ser madeya 140 me
ligel serokwezîrê Êraqî Mihemed Şeya Sûdan gotûbêj kir û me biryar da ku
encamên serjimêrî li deverên nakok neyên weşandin, heta ku ew bi serjimêriya
sala 1957an re bên berhevkirin.
Mehmûd Osman diyar kir: Zêdetirî 400 milyar dînar ji bo
serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li Êraqê hatiye terxankirin û li Herêma
Kurdistanê jî ew prose bi awayekî baş birêve diçe, bi taybet roja 20ê vê mehê û
21ê vê mehê, û bi tîmên me re hevkariyê bikin, ji ber ku serjimêriya zanistî ya
rast li Herêma Kurdistanê pirseke giring e.
Serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li Êraqê di sala 2024an
de, yekem serjimêriya nifûsê ye li wî welatî ji sala 1997ê ve û di rojên 20 û
21ê vê mehê de zêdetir ji 120 hezar serjimarî li hemû navçeyên Êraqê beşdar
dibin. û zêdetirî 70 pirs ji her malbatê re têne şandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

