Hebûna kurdan di serjimêriya nifûsê de giraniya wan li deverên nekok piştrast dike
Kurdistan 10:36 AM - 2024-11-11
PUKMEDIA
Kerkûk
Navçeyên nekok bi taybetî parêzgeha Kerkûkê ji bo gelê Kurd
û hemû aliyên siyasî sembola têkoşîna niştimanî ye ji ber wê jî erkê wan
partiyan e ku di pêvajoya serjimêriyê de daxwaz ji welatiyên Kurd bikin ku
vegerin wan deveran. berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de tekez dike ku
çarenivîsa Kurdan li Kerkûk û navçeyên nekok bi vê serjimêriyê sala 2024 e
girêdayî ye.
Endamê xebatkarê Navenda Rêxistina Kerkûkê ya Yekîtiya
Niştimanî Fexredîn Mihemed di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Pêvajoya
serjimêriya nifûsa li Êraqê ji bo kurdan li navçeyên nekokbar mijareke pir
girîng e ji aliya nexşeya îdarî û siyasî, ji ber ku hebûna welatiyên Kurd li
wan deveran giraniya wan piştrast dike.
Fexredîn Mihemed her wiha got: Em ji cîbicîkirina her
biryarekê ku di berjewendiya kurdan de ye li wan deveran guman dikin û baştirîn
belge jî maddeya 140 ya destûrê ye ku heta niha yek ji wan nehatiye cîbicîkirin,
ji ber wê jî di dema serjimêriya giştî de hebûna welatiyên resen ên Kurd li wan
deveran girîng e, ji ber ku paşeroja wan deveran girêdayî vê serjimartinê ye.
Derbarê erkên hêzên siyasî yên Kurdistanê derbarê proseya
serjimêriya niştecihên Kerkûkê de jî, endamê Navenda Rêkxistinên Kerkûkê wiha
got: Pêwîstiya sereke ya hêzên siyasî di rewşa niha de ew e ku daxwaz ji
welatiyên Kurd li Kerkûk û navçeyên nekokdar bikin ku li herêmên xwe amade bin
û beşdarî serjimêriyê bibin û divê vê pirsê wek navgînek ji bo parastina
nasnameya netewî û nîştimanî û rawestandina nekokiyên siyasî bibînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

