Aliyan 41 tane li hmberî encamên dawîn yên hilbijartinê tomar kirine
Kurdistan 06:09 PM - 2024-11-03
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistan- Logoyê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê
Lîst û alî û berbjêr wek ne nîşandana razîbûnan; 41 tane li hemberî encamê dawî yê Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê tomar kirine ;
û deriyê serlêdanê jî hatiye girtin.
Di heyama 3 rojan de 41 tane li ser encamê dawî yê Hilbijartina Gera
Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê hatine tomar kirin; ku roja (30-10-2024) an Komisyona
Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê bi fermî deriyê serlêdanê ragihandibû ku heya
îro roja Yekşem`ê rêkefta (03-11-2024) an berdewam bû.
Di wê derbarê de; Cûmane Xelayî; Berdevka Komisyona Serbixwe ya
Hilbijartinên Êraq`ê di daxuyenekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA re ragihand ku; hejmara taneyan gihîştiye 41 taneyan û piştî gotûbêjkirina derbarê wê yekê; Komisyona Serbixwe ya
Hilbijartinên Êraq`ê dê bersiva serlêdanan arasteya Desteya Dadweriyê bike.
Xelayî got: Ji bo dadgehê 10 roj mane daku bersivê bide 41 taneyan ku
li dijî encamên dawî hatine tomarkirin.
Li gorî zanyariyên PUKMEDIA ku ji Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên
Êraq`ketiye destê wan; herî zêde tane li Silêmaniyê ku 25 tane ne, li
Hewlêr`ê 12 tane ne, li Duhokê 3 tane ne û li Helebce jî taneyek hatine kirin.
Li gor Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê; piştî wergirtina
îtirazan di nava 3 rojan de, 7 roj dem ji bo Civata Komîseran heye ku îtirazan
çareser bike û bersivan radestî Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan bike, piştre
Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan dê di nava 10 rojên karkirina xwe de dê taneyan çareser bike; û piştre Civata
Komisyaran dê encamên dawiyê pesend bike.
Roja (20-10-2024) an Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê li
bazineyên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce birêve çû ku têde Yekîtiya
Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) dikarî 409 Hezar û 548 dengan bi dest bixe û bi
wê yek dikarî 23 kursiyên parlemanê ji bo xwe misoger bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

