Serokê YNKê ji medyaya YNKê re: Bi berpirsyarî peyaman ragihînin
Kurdistan 04:09 PM - 2024-10-28
PUKMEDIA
Serok Bafil gel endamên Buroya Ragihandinê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî serdana Buroya Ragihandin û Hişariyê ya YNK'ê kir. Pêşwaziya germ ji aliyê Îmad Ehmed, Berpirsê Buroya Ragihandinê ve hat kirin; Berpirsê Desteya Ragihandinê Letîf Nêrweyî; Serokê Desteya Hişyariyê Necmedîn Feqe Ebdullah; endamên Buroyê; li gel hin rojnamevanan.
Îmad Ehmed raporek pêşkêş kir û tê de tekezî li ser bername û siyaseta ragihandinê ya berpirs û pîşeyî ya YNKê kir, ku li gel qonaxa niha û guhertinên tên û xizmeta berjewendiyên sereke yên gelê Kurdistanê dike. Her wiha spasiya Serok Bafil jî kir ji bo piştgiriya wî.
Serokê YNK'ê Bafil Celal Talebanî spasiya hemû rojnamevanên YNK'ê kir ku di vegerandin û sererastkirina hevsengiyên hêz û serketina YNK'ê de kedek girîng dan û bi profesyonelî û niştimanperwerî peyam dan. Wî got, "Ez hatim spasiyên xwe ragihînim, lê belê ez ji we re nabêjim bêhna xwe bidin. Ji îro û pê ve dê peywira we ya ji bo pêkanîna armancên me dest pê bike."
Serok Bafil ronahî xiste li ser pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, rewşa piştî hilbijartinan û stratejiya YNKê li ser van mijaran. Navbirî siyaseta YNKê ya derbarê pirsan de rave kir û tekez kir ku YNKê ji bo vê qonaxa nû ya rêveberiyê xwe bi nêrîneke niştimanî bo xizmetkirina xelkê amade kiriye.
Wî ji kadroyên YNKê re got: "Emê bi dilsozî bernameya xwe ya ku me soz daye gelê kurd, bi alîkariya Xweda, gelê xwe û we kadroyên YNKê bi cih bînin. Hemû kiryarên me dê ji bo bihêzkirina çarçoveya xwe û parastina mafên xwe bin."
Derbarê erkên ragihandina YNKê di qonaxa niha de, Serok Bafil nexşerêyeke siyaseta medyayî amade kir û tekezî li ser pabendbûna bi yekrêzî, pîşeyî û durustî kir. Wî amaje bi wê yekê jî kir, ku medyaya YNKê divê bi berpirsyarî û ciddî peyamên xwe ragihîne û bi berdewamî xwe ji kaosa medyayî dûr bigire ku ji ber ajandayeke alîgir a ku dixwaze rastiyan berovajî bike û rojnamevanan ji erkên wan ên pîşeyî yên sereke dûr bixe.
“Ev ne karê me û ne jî yê medyaya YNKê ye, ji ber wê jî emê bi hev re bigihin armanc û xwestekên gelê xwe yê ezîz û pêşerojeke geştir ji wan re ava bikin.’’Serok Bafil got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

