Silêmanî: Komîsyon dest bi kontrolkirina navendên dengdanê yên nehatine ragihandin dike
Kurdistan 09:54 AM - 2024-10-23
PUKMEDIA
Logoya Komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan
Îro Çarşemê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li
parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê kontrolkirina encamên navendên dengdanê
yên ku nehatine ragihandin, berdewam dike.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan di daxuyaniyekê
de ku gihiştiye destê PUKMEDIA yê ragihand: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan dê îro li parêzgeha Silêmaniyê û sibe jî li parêzgeha Hewlêrê
kontrolê li navendên ne diyarkirî bike.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên
destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand, ku rêjeya
beşdarbûnê li gorî ku ji aliyê Serokê Lijneya Komisyonan ve hatiye ragihandin,
gihîştiye %72.
Dadwer Omer Ehmed Serokê encumena Komisyonê di civîna
çapemeniyê ku PUKMEDÎA'yê dişopand de piştrast kir: Rêjeya beşdarbûnê gihîştiye
%72 û encamên ku hatine eşkerekirin ji %99.63 ji 7044 wîstgehên hilbijartinan
e.
Li gorî encamên ku ji aliyê Komisyonê ve hatine ragihandin,
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di her çar navçeyan de serkeftineke mezin bi
dest xist û dengên pêwîst ji bo bidestxistina kursiyan li hemû bazneyên dengan
bidest xist û wiha tê gotin:
Bazneya Hewlêrê: 110353, pileya duyem
Bazneya Silêmanî: 256813, pileya yekem
Bazneya Helebce: 12530, cihê yekem
Bazneya Duhok: 28445, cihê çarem
Bi vê boneyê, hejmara dengên Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê gihîşt 408 hezar û 131 dengan û bi vî awayî rêjeya dengên Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê di van hilbijartinan de li gorî hilbijartinên sala
2021ê bi rêjeya 90.20% du qat zêde bûye.
Serokê Lîsteya 129 a navçeya Hewlêrê ya ji bo hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê Şalaw Kosret Resûl jî bi 24 hezar û 417 dengan rêjeya
herî zêde ya dengdêran li Herêma Kurdistanê bi dest xist.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

