Berdevka komîsyonê: Di dengdana taybet de 71 gilî hatine tomarkirin
Kurdistan 11:48 AM - 2024-10-21
PUKMEDIA
Dengdan
Biryare îro Duşemê 21/10/2024, Komîsyona Bilind a Serbixwe
ya Hilbijartinan encamên destpêkê yên hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya
Kurdistanê ragihîne .
Duh, Yekşemê 20/10, proseya dengdana giştî ya hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê birêve çû, sindoqên dengdanê demjimêr heftê sibehê
vebûn û demjimêr şeşê êvarê jî hatin girtin.
Komîsyona Hilbijartinan derengiya şeva borî di kongirekî
rojnamevanî de ragihand, ku hilbijartin bi awayekî serkeftî bê pirsgiêk hatin
encamdan û da zanîn ku encamên hilbijartinan ji Ofîsa Niştimanî ya Komîsyona
Hilbijartinan re li Bexdayê hatin şandin û encamên destpêkê dê îro ji wir werin
ragihandin, lê Encamên dawî dê ji Hewlêra paytext bên ragihandin.
Komîsyonê eşkere kir ku rêjeya beşdariya di dengdana giştî
de %70 bûye (Hewlêr 74%, Silêmanî 65%, Duhok 78%, Helebce %69 û di dengdana
taybet de 71 gilî hatine wergirtin.
Proseya dengdana taybet roja Îna borî, 18/10/2024 birêve çû,
ku rêjeya beşdariyê %97 bû.
Hejmara kesên xwedî mafê dengdanê gehişte 2 milyon û 899
hezar û 615 dengderan, ku %72 ji wan beşdarî dengdanê bûne, ku li ser hezar û
431 navendên hilbijartinan ku ji 7 hezar û 67 navendan pêk tê, hatine
belavkirin.
Herwiha hevrikiyê ji bo wergirtina kursiyên parlemantoyê
kirine (136) lîsteyên hilbijartinan, ku (1191) namzedin ji wan (368) namzedên
jin, (84) namzedên takekesî bo kursiyên giştî, (20) namzedên takekesî ji bo
kursiyên pêkhateya tirkmen, û (18) namzedên taybet kursiyên pêkhatî.
Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursî pêk tê - 5 ji wan ji bo
pêkhateyên Xiristiyan û Tirkmen in - ku li ser 4 bazneyên hilbijartinan hatine
dabeşkirin (Hewlêr 36 kursî, 2 ji pêkhateyan, Silêmaniyê 38 kursî, 2 ji wan ji
bo pêkhateyan, Duhok 25 kursî - kursiyek ji pêkhateya mesîhî re -, Helebce 3
kursî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

