Tewtîn ya mûçexweran li Silêmaniyê dest pê kir
Kurdistan 07:38 PM - 2024-10-13
PUKMEDIA
Pere
Tewtîn ya mûçexwerên parêzgeha Silêmaniyê li bankek hikûmî
yên Êraq`ê ku nivîsingeha wê li parêzgeha Silêmaniyê heye dest pê kir,berdevkê
hêzên 70 jî dibêje: Me formên Tewtîn`ê li ser hêzên xwe dabeş kiriye û me dawî
li Hijmara Min aniye, hevdem formê Tewtîn yê mûçexweran gihîştiye beşek ji
hêzên navwe jî.
Hijmara Min ya Mesrûr eSerok Bafil di kernevala nasandina berbijêrên Lîsta Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) de li Koyê ragihand ku; Hjimara Mi ne yê min e û ne yê we ye, hihmara Mesrûr e, lewra pêwîste mûçexwer Tewtîn`ê bikin ne Hijamra Min.
Mûçexwerên herêmê Hijmra Min ku Mesrûr Barzanî biryar li ser daye wek hijmara bankê ji bo mûçexwerên herêmê bê kirin, em red dikin û li gor wan ew proje ketiye xizmeta malbatekê û di berjewendiya kesî de ye û li dijî mûçexweran e, hevdem digel dadgeha federalî jî yeknagire, û li gor wan sedema paşdaketina mûçeyan ji Bexdayê ji ber vê çendê ye.
Berdevka Hêzên 70: Me dest bi dagirtina formên Tewtîn kiriye
Berdevkê Hêzên 70 Ehmed Letîf ji PUKMEDYA re wiha got: Me wek hêzên 70’ê bi fermî digel Banka Bazirganî ya Êraq`ê ( TBI ) ku bankeke hikûmeta Êraq`ê ye û ofîsa wê li Silêmaniyê heye, li hev kiriye ku ji hêzên me re bankekê vekin, ku ew yek di çarçoveya biryara Dadgeha Federalî de ye.
Ehmed Letîf got: Îro Yekşemê me dest bi belavkirina formên Tewtîn li hêzên xwe kir û di wê çarçoveyê de jî zêdetirî 70 karmendên me xulek li ser çawaniya dagirtina forman dîtin; û niha dest bi tijîkirina forman hatiye kirin.
Aşkere jî kir ku Form dê bi rênmayî û serperiştiya û daxwaza Banka Federal were tijîkirin û pêdawîstî dê bên amadekirin û piştre ji bo mebesta Tewtîn`ê dê arasteya Banka Bazirganî ya Êraq`ê li Silêmaniyê bê kirin.
Hêzên navxwe jî formên Tewtîn tijî dikinLi gor zanyariyên PUKMEDIA , Tewtînkirina mûçexweran li parêzgeha Silêmaniyê tenê di nav hêzên 70 de dest pê ne kiriye, belku ew form gihştiye beşek ji hêzên navxwe û karmendên hêzên navxwe jî wek hêzên 70 dest bi tijîkirina formê kirine.
PUKMEDIA dazanîn ku di demek nêzîk de dê dezgehên din yên Silêmaniyê jî dê formê werbigirin û ew dikarin serî li Banka Bazirganî ya Êraq`ê (TBI) bidin.
Tewtin lîsta mûçeyan herêmê ji navên dûbare û bindîwar paqij dikeDadgeha Federal ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyê di navbera Bexda û Hewlêr`ê de biryar daye mûçexwerên herêmê li yekek ji bankên hikûmî yên Êraq`ê Tewtîn ji bo wan bê kirin, ev jî ji bo lîsta mûçeya hikûmeta herêmê ji navên miriyan û dubare û bindîwar bên paqij kirin, lê Serok wezîrê Herêma Kurdistan`ê Mesrûr Barzanî li jêr nave (Hijmara Min) projeyek ji bo bankkirina mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê ragihand, ku bi temamî berovajî biryara Dadgeha Federalî ye; û ew bankên di sîstemê de taybet in û çi garantiyek e wê nînin her de dema îflas bike mûçeyên karmendan jî dê winda bibin.
Himara Min sedema sereke ya rawestandina mûçeyê ye
Himara Min ji bo mûçexweran çi garantiyek e wê nîne û her dema ku bankên sîstemê îflas bikin, dê bi ziyana mûçexweran bi dawî bibe, ji ber ku piraniya bankan taybet in; û li dijî biryara Dadgeha Federalî ne.
Cebar Goran; Berbijêrê jimare 46 yê lîsta jimare 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ya 129 li bazineya Silêmaniyê ji PUKMEDYA re ragihand ku; sedema paşxistina şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistan`ê di çend mehên borî de tenê vedigere bo Hijmara Min ku Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê bi hincetên cuda pirsgirêkan ji bo Tewtîn`ê dirust dike; di demekê de ku Tewtîn gerentiya wê zêdetir heye û karmendên mûçe dikarin sûdê ji pêşhatên ku ji aliyê hikûmeta Êraq`ê ve tê dayîn bi mûçexweran.
Cebar Goran got: Piraniya bankên di Himara Min de hene; bankên taybet in, bankên malbatî ne; lewra her dema ew îflas bikin dê ziyanê bigihîne mûçexweran; ji ber wê jî giring e mûçexwer beşdarî Hijmara Min nebin, û mûçexwer pêwîste li yek ji bankên dewleta Êraq`ê bên Tewtîn kirin, ji ber ku hikûmeta Êraq`ê mûçeyên wan garantî dike.
Wî got:Erke li ser mûçexweran fişarê bikin daku sîstema bankî ya xirab li ser Himara Min bi dawî bibe, û êdî xêr û bêrê vî welatî li jêr navekî din nekeve berîka malbatekê; Hijmara Min, ku Mesrûr Barzanî biryar li ser daye ji bo mûçexwer daku wek sîstemek bankî bi kar bînin;Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li dijî wê rawestiya û daxwaz ji mûçexweran dike ku li şûna Hijmara Min biçin Tewtîn`ê li bankek ji bankên hikûmî yên Êraq`ê bikin; ji berk u çi gerentiyek wê ji bo mûçexweran nîne û ew li dijî birya Dadgeha Federalî ye jî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

