Zêdetirî 14 hezar nûner dê çavdêriya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bikin
Kurdistan 04:29 PM - 2024-10-09
PUKMEDIA
Pêvajoya dengdanê
Zêdetir 14 hezar û 646 rêxistinên navdewletî, medya, konsulxane, nûnerên partî, rêxistin, çavdêrên xwecihî û rêxistinên xwecihî dê çavdêriya proseya hilbijartina şeşemîn civîna Parlamentoya Kurdistanê bikin.
Proseya hilbijartinan ji aliyê 35 rêxistin û medyayên navdewletî, 13 konsulxane, 12 hezar û 972 nûnerên partiyên siyasî, 15 partiyan, hezar û 980 çavdêrên herêmî û 28 rêxistinên xwecihî ve tê şopandin.Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi jimara Lîsteya 129 beşdarî hilbijartinan dibe.
Em ê dawî li rejîma otorîter bînin
Li gorî dane û zanyariyên ku Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cûmana Xelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDÎA) re şandiye; "Ji bo şeşemîn civîna parlamentoya Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê, hezar û 343 nûnerên partiyên siyasî, 3 partiyan, 226 çavdêrên navxweyî û 9 rêxistinên herêmî dê çavdêriya proseya dengdanê bikin."
Xelayî got: “Li parêzgeha Silêmaniyê 2 hezar û 629 nûnerên partiyên siyasî, sê partî, 120 çavdêrên navxweyî û 8 rêxistinên xwecihî çavdêriya proseyê dikin.Li parêzgeha Duhokê 6 hezar û 735 nûnerên partiyên siyasî, 7 partî, 772 çavdêrên navxweyî û 11 rêxistinên xwecihî dê çavdêriya proseyê bikin.Her wiha 265 nûnerên partiyên siyasî û du partiyan dê çavdêriya dengdanê li parêzgeha Helebce bikin.’’
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve ji PUKMEDÎA’yê re hatiye şandin;"18 çavdêrên navdewletî, 17 rêxistinên navdewletî û 13 konsulxane dê çavdêriya proseya dengdana şeşemîn civîna parlamentoya Kurdistanê bikin."
Lîsteya 129 ya YNKê bi 172 namzedan li her çar deveran beşdarî hilbijartinan dibe, yek ji dirûşmên wê yên sereke jî “Em ê bi dawî bikin” e. YNKê li Hewlêrê 64 û li Silêmaniyê jî 72 namzed ,li Helebceyê şeş namzed û li Duhokê jî 30 namzed hene ji bo civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê, bi giştî 172 namzed ve beşdar dibe.
Biryar e roja 20-10-2024 an Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê dê birêve biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

